Bernd Lichtenberg Wolfgang Becker Achim von Borries
121
simurg56 (2021.01.24)
Piştî ku dîya wî ji komayek bi salan şîyar dibe, xortê ciwan divê nahêle dîya wî şokek mezin derbas bike û loma divê nehêle ji jiholêrabûna elmayaya başûr agahdar bibe.
. [kul û derdê biruya hayao miyazaki bû] fîlmek resen e. dîya Alex ji be krîza dilî, bi mehan maye di komayê de. di vê navberê de elmanyaya başûr têk çûye û sosyalîzm ji holê rabûye. dema dîya wî şîyar dibe, haya wê ji van rûdanan tune. ji bo ku dîsa nekeve komayê, divê ji şok û travmayên mezin dûr be, loma divê alex nehêle ku haya dîya wî ji vê guherîna mezin ya welêt, çêbe. bona wê jî ji dîya xwe re dînyayek çêkirî diafirîne û dihêle dîya wî di wê paşeroja di aqlê wê de mayî, bijî. |
|
Array. 9-10 salan berê li ser tv 24 a tirkiyê bi navê tematik film kuşağı her hefte fîlmekê wiha dihat weşandin. Min vê çaxê seyr kiribû û pir jê hezkiribû. Mijara wê li vir dît ez herim car dî seyr bikim. |
|
Array.
spoilerê veke
|
|
Array. Hey xwedêyo ew çi soundrackin bavê min. Yann tiersen tu bixwedêkî tu kerem ke lo derbasa pda mêvana be. Tu jî Hans Zimmer xwedê kêmasiya we nede. |
|
Array. Fîlma ku guherandina çandekî dayî ber çava ye. Fîlm serî heta dawiyê, burokrasiya komunîzmê û hinek ji revîzyonîzmê rexne dike, pirsgirêkan qebûl dike lê rexneya herî mezin ji kapîtalîzmê re dike. Mirov bandora danûstandinê ser çandê û hereketên mirovan bêtir dibîne. Kapîtalîzm, çawa mirovan dike şûna eşya û her tiştên mirov û mirovahiyê çawa dibe meta. Gav bi gav mirov çawa ji mirovahiyê dûr dikevin tê dîtin. Ez bawer im ev rewş, roj bi roj xirabtir dibe. Ji ber ku her diçe, têkiliyên mirovan li ser zemîna maddî rûdinê û her kes wek fêdeya xwe gav diavêje. Ya xirabtir, hereketên wiha êdî normal tê qebûlkirin, ev rewş ji civakê re dibe norm, hest û ramanên mirovahî anormal û ji rastiyê dûr tê qebûlkirin. Fêrbûnên me yê ji kapîtalîzma modern/postmodern cihê fêrbûnên me yê feodalîzmê digire û cûdahiyên navbera nifşê ciwan û nifşên kevn ji ber vê yekê jî her dema zêdetir e. |
|