Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 15 peyam
python - tirşik
python
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanekî bernemaziyê yê payebilind e. Di sala 1990'i ji hêla Guido van Rossum ve hatiye destpê kirin.Python navê xwe ne ji cûreyekî marî ji koma komediyê a ingilîz Monty Python standiye. Taybetiya pythonê hesanbûn herikbariya sîntaksên wê ne.
Nimûne:

java
public class silav {

public static void main(String[] args) {

System.out.println("Silav!");
}

}

c#
class silav
{
static void Main()
{
System.Console.WriteLine("Silav!");
}
}

python
print("Silav!")


Bi pythonê hûn dikarin. Bernamesaziya soketê, andorîdê(Kivy), webê (Django)û hwd. bikin
Niha python 2x û python 3x her du jî tê bikaranîn lê ya nû û pêşvetir a 3'yê ye.



09.01.2017 21:34 ~21:39 | cekdar

2. nivîsandin û syntaxa wi gelek hov e.
Lê bi xêra processorên nû dixebite. Lê disa di projeyên mezin ên bi wi hatiye bernamekirin, gelek hêdî ne.

c++ 400 car zûtir e.



25.05.2021 19:08 ~21:55 | heval.js

4. Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyên din ên înteraktîf tê bikar anîn. Python ji hêla Guido van Rossum ve di sala 1991 de hatiye afirandin. Python ji bo kombers, têlefon û amûrên din tê bikar anîn. Hûn dikarin li ser heman kodê de, ji çavkaniyên cûda, di heman demê de bixebitin.

Li gorî Van Rossum, pêşgotina bingehîn a Python ew e ku "hêsan û dikare were xwendin" be; Bi sadebûn û bernameyên berfireh re xebatek bikêr û bi bandor pêşkêşî dike.

Python hem wekî zimanek nivîsandinê û hem jî wekî zimanek bernamesaziya gelemperî di cûrbecûr pîşesazî û hilberên komputerê de ji ber zêdebûna nermbûn û serxwebûna platformê tê bikar anîn. Python di warên cûda de wekî jîrahiya çêkirî (AI), zanista daneyê, pêşkeftina malperê, bernameya torê û pêşkeftina lîstikê tê bikar anîn. Python bi gelemperî wekî zimanekî bernamekirinê, zimanekî malperê, û zimanekî hesabkirina zanistî tê bikar anîn.

Pirtûkxaneyên girîng ên Python-ê:

NumPy: Ji bo hesabên zanistî yên li ser Python-ê de pirtûkxaneyekê girîng e. ji bona Analîzên zanistî û pêvajoyek daneyê dikarin ew û NumPy bi hev re bixebitin.
Panda: Ji bo analîzkirina daneyan û manîpulekirina daneyan tê bikaranîn. Ji bo analîz û sererastkirina daneya dînamîkî îdeal e.
Matplotlib: Ji bo çêkirina grafikan tê bikaranîn. Ew di dîtina daneyan de rolek girîng dilîze.
TensorFlow: Ji bo fêrbûna makîneyê û sepanên jîrahiya çêkirî tê bikar anîn.Ji bo pêşxistina modelên fêrbûna kûr îdeal e.
Keras: Ji bo fêrbûna makîneyê û fêrbûna kûr pirtûkxaneyek astek bilind e. Bikaranîna wê hêsan e û pêşkeftina modela bilez pêşkêşî dike.
PyTorch: Ji bo pêşxistina modelên fêrbûna kûr tê bikar anîn. Bi avahiya xwe ya maqûl û dînamîk populer e.
SciPy: Ji bo hesabên zanistî û operasyonên teknîkî tê bikar anîn. Ew derfetê dide ku karûbarên matematîkî yên pêşkeftî pêk bînin.
NLTK: Ew pirtûkxaneyek e ku ji bo pêvajoya zimanê xwezayî tê bikaranîn. Ew bi berfirehî di analîzên zimannasî û sepanên pêvajokirina ziman de tê bikar anîn.
OpenCV: Ji bo sepanên dîtina kompîturê tê bikaranîn. Ew di hilberandin û analîzkirina wêneyê de bi hêz e.
Django: Ew ji bo pêşkeftina malperê çarçoveyek hêzdar e. Ew dihêle ku bi karanîna mîmariya MVC malperên kalîteya bilind çêbikin.
Pygame: Ji bo pêşkeftina lîstikên kombersan tê bikar anîn. xwedî amûrên pêwist yên ji bo sazkirina lîstikan, anîmasyon û grafîkan e.

mînakek:

malper= str(input("malpera we ya jê hezdikin çi ye? : "))
print(malper + " çiye law? tirsik.net çêtir e, ehmeqo.")



25.02.2023 10:51 ~2024.05.18 20:01 | horhorik

5. Em ê gelek zêdetir jê bibihêzin bi saya AIê van deman.



18.09.2023 05:18 | cuneicoder

6. Heya niha min tenê R wekî zimanek bernamesaziyê bikar aniye. Êdî ez dixwazim Python jî fêr bibim. Bo kesekê ku R dizane fêrbûna Python çawa dest pê kirin baş dibe? Kîjan dersên onlayn hildim? Ez li benda pêşniyarên tirşikvanên programzan im.



16 roj berê 08:33 | cinorek

7. r zimanek bernamesaziyê ya taybetî ye, ji ber vê yekê ez nafikirim ku ev ji bo fêrbûna zimanek nû ji te re pir bikêr be. ji bo python ez youtube û chatgpt pêşniyar dikim..



15 roj berê 18:58 | keloş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
belki ev jî bala te bikişînin
» python

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî