Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 17 peyam
xwarzî - tirşik
xwarzî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kurê xwişkê



11.04.2014 22:03 | nivîskar winda ye

2. kur yan jî keça xwîşka mirovan



29.04.2014 20:33 | jîndar

3. ji keça xwuhê (xwişkê) jî xwarzê tê gotin.



29.04.2014 23:08 | dara berrûyê

4. bi behdînî xarza tê gotin.



29.04.2014 23:16 | dastanekkevin

5. peyva buyî sedem ku cudatiya navbeyna xwarzî û xwarzêde bê zanîn. lê hê jî ne tam bawerim ji ber ku min heta niha tu cudahiyeke bi vî rengî ferq nekiriye.



29.04.2014 23:22 | azadixwaz

6. Ew ne peyveke ku zayendê nîşan dide ye. Ew dikare hem keç û hem jî kur be.Birazî jî bi şêweyê ye.

Merax dikim çima peyvên wek pis-xwîşk û dot-xwîşk çenebûne.



26.04.2024 12:18 | cinorek

7. Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za jî zayînê tê, zayîn nabe zê divêt bibe za. Silav û hurmet.:ddd



26.04.2024 23:56 | bayê xerbî

8. peyva ku awayê wê yê rast xwarzê ye. di kurmancîyê de dema bi navdêr û lêkerekê peyvek tê dariştin lêker bi rayeka dema niha bi navdêrê ve tê pêvekirin. bo wêne; xemrevîn: xem + revandin (rayeka dema niha: -revîn-), êşkuj: êş + kuştin (rayeka dema niha: -kuj-), welatperês: welat + perestin (rayeka dema niha: perês, lê kes bi vî awayî nabêje çimkî perest ji farsîyê ketîye zimanê me), bi heman awayî xwarzê: xweh (awayê kevnar: xwar) + zan (rayeka dema niha: -zê-). lê gelek caran wek xwarzî tê gotin çimkî kurmanc hez nakin "ê" û "y"yê li ber hev bi lêv bikin. loma divêjin xwarzîya min, dîya min hwd. wekî dî awayê xwarza jî yan divê farsî be yan zaraveyekî dî yan jî devokî ye ne standard e, wekî min li mînaka welatperestê got.



27.04.2024 18:04 | keyomerd

9. Eger awayê orîjînal xwarzê be, divê ev peyv jî wiha bin;
Mîrza=mîrzê
Nêrza= nêrzê
Mêza= mêzê
Kanza=kanzê
Lê wisa nayên bikaranîn, awayê yekem yên resen in.
Awayên duyemîn ji bo sivikkirinê têne bikaranîn,
Di vê vîdeoyê de behs jê tê kirin;




27.04.2024 18:32 ~18:33 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
peya [1]
Peyvên ku eslê xwe de wateyê wî zilam e.lê cîhen tê bikaranîn...
serobero [1]
peyveke pir kêrhatî ye. bi tirkî wergera wê "gelişigüzel" e. ji bo tiş...
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarzî

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî