Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
bişirîn - tirşik
bişirîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kenîna hewka. yanê kenîna ne bideng. yanê ev: :-)

mînak: dema min rûyê wê dît, ez bişirim.



28.03.2014 16:47 ~2024.05.04 01:27 | mergehez

2. kenîna bêdeng e bi erebî jê re tebessum tê gotin ku ji erebî derbasî tirkiyê jî bûye

gelek kêfa min ji vê peyvê û ji vê tevgerê re tê ji ber ku ne tenê di wateya kenînê dide yanî pirrwate ye tije bi îronî ye refleksek hûr û kûr e lê bi pirranî ji kesên ku dêmê wan bi govek e pirr li wan tê

li gorî hin rîvayetan hz. Mihemed her tim dibişirî



28.03.2014 17:32 | ferhenga şikestî

3. Carna wek tinazkirinê jî bi kar tê, bi Tirkî dibêjin siritmak,



20.04.2020 01:35 | afa

4. Peyva ku tê wateya kenîn û girnijînê. Dema bê hemdê xwe kêfxweşî li ser rûyê meriv de diyar dibe.

Û herwiha bi tirkî jê re dibêjin tebessûm.



20.04.2020 02:19 ~02:19 | xelîl

5. Di nivîsên dixwînim de ev tê bikar anîn lê em wek beşişîn dibêjin.

Dema ew me dibîne dibeşişe
Tu qet nabeşişî



14 roj berê 23:54 | çaya germ

6. Ew tişt e ku divê ji rûyê mirovan kêm nebe, li gel xwe gelek tiştan li mirovan zêde dike.



14 roj berê 00:20 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
peyamên têr û tije [3]
ev entry, ehmeqên hatine li vir peyamên tije digeriyên nîşanî me dide....
sendroma tourette [3]
Sendroma ku ji tîkan pêk tê. Kesên ji vê sendromê  hereket û dengên xw...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Sir û seqem Ba û bager Kesên bêveger Dîl digrin par bi par, her mi...
nifşa z-yê [5]
Yek ji wan jî ez im. Lê ez ne wek wan im! Tesîra medyaya civakî û în...
belki ev jî bala te bikişînin
» bişirîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî