Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 9 peyam
the time machine

the time machine

1. min çend roj berê xwend. romanekê efsane ya h. g. wells e. wergera ithaki bû û helbet ne kurdî bû. dema ez û kekê min qala van mijaran bikin em dibêjin demmaşîn bo kurdiya wê.*

erê honaka zanistî ye lê mirov dikere yekser tevlî nav romanên dîstopya jî bike.

di sala 1895ê de hatiye weşandin. ji aliyê mijarê ve:

mêrikek bi navê rêwiyê demê heye û bi makîneya xwe diçe sala 802,701 a piştî zayînê. û dibîne ku nakokiya nav çînên hejar û zengînan hingî mezin bûye ketiye rewşa werarê. arîstokrat hingî xwîna hejaran mêtine û hemû karên nebaş û qirêj û tevlîhev û hwd li wan dane çêkirin, ji wan re tu karên kompleks û giran nemaye û ew bi vê rehetiyê di nav demê de dibin "xweş, tendurist" lê ji aliyê bîr û hişê ve dibin mîna zarokên 6-7 salî. û pileyekê bilind a ehmeqî jî tevlî hebûna wan dibe. û hejarên karker ên li bin axê hatine veşartin, ji ber werarê dibin cinawirên goştxwir, nikarin derkevin bin ronahiya tav û heyvê. ên li jor jî tenê giyaxwir in. û arîstokratên ku hejaran têxistibûn bin axê, (belkî şaş tê bîra min lê ew bi xwe wan tenê bi goştê babûn têrkirin lê) bi werarê ew pir nazik dibin û ji aliyê bedenî ve jî diqûlpin forma zarokan. û li ser rûyê erdê heywan namînin. pirsgirêk: wê ew karkerên cinawir xwe bi çi têr bikin?

wekî we jî fêm kir, nivîskarê hêja ketiye bandora teoriya werarê û di nav rûpelan nêrîn û tespîtên leheng carcaran dişibin/dibin analîzên teoriya werarê yên charles darwin.
ji xwe re bixwînin.



19.10.2022 20:33 ~20:48 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nuhev.com [1]
Haya min jê tune bû heya îro ku ez bi awayekî çawalêhato leqayî hatim....
îngilîzî [1]
vîrûsa zimanan e. ew bixwe di dîrokê de hingî li bin tesîra frensî û l...
zimanê zanistê [1]
berê latînî, yewnanî û germenî bû, îro îngilîzî jî bi rêyeka neyasayî ...
kişandin [1]
Yek Wateyeka vê gotinê bi pêş ve çûn, bi pêş ve kişîn, li pêş ketin e....
napirandin [1]
nap kirin, napûç kirin, naperûçk dan Wekî simoleyên çipikî xwe çeng k...
belki ev jî bala te bikişînin
» theodor körner
» timeanddate

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî