Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 9 peyam
dîsa raperîn bo byê

dîsa raperîn bo byê

1. Helbesteka kawa nemir e.

Ez û tu di daristaneke esmanî de kîp dibin, ez û tu:
şoreşa me ya gulên şêstper li ser piştê bila...

Baweriyê bi Xwedê tînim, kêliya ku li te binihêrim:
Pûngên li ber avên pirnisî difûrin...

Rûyê erdê peyvên xwe yên şîr fêrî me dike:
Birûsk û tavanên meymeskî, gurregurra lêvên me...

Wer dizanim, ez ê berbangeke zereşîn hişyar nebim:
Bila kuçeyên Ameda pîr bimînin di nava me de...

Pîlaqeke ji salên 60`î diçîzîne, dîlana cinên bajêr:
Dîntiyeke ji peyvên nisilî mezin dikim bo te, bo te...

Meyzê, destên min ên bedew yên te ne, yên te ne:
Katjimêra Mezin li hêviya xaniyê te yê dêrîn e...

Ez bo janeke qerase ji dayik bûm li ber sîtavka daran:
Bîşenga min a sêwî bejn avêt, bû rêwî...

Diçim mêtiya te bimijim, ev zanyariya zozanan e:
Dêrî veke, ji keviran hinneya porê te kişand min...

“Vira Radyoya Yêrêvanê ye!”, vira êvara dargerînkan:
çendî şên in şaneşînên hênik, şox û şeng çendî...

Rûyê erdê rûyê min e, sûretê min di cemala te de:
Avên ku dikişin cem karxezalan radiperînim


****

Bi dengê selim akgul:




19.11.2022 02:08 ~02:10 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nuhev.com [1]
Haya min jê tune bû heya îro ku ez bi awayekî çawalêhato leqayî hatim....
îngilîzî [1]
vîrûsa zimanan e. ew bixwe di dîrokê de hingî li bin tesîra frensî û l...
zimanê zanistê [1]
berê latînî, yewnanî û germenî bû, îro îngilîzî jî bi rêyeka neyasayî ...
kişandin [1]
Yek Wateyeka vê gotinê bi pêş ve çûn, bi pêş ve kişîn, li pêş ketin e....
napirandin [1]
nap kirin, napûç kirin, naperûçk dan Wekî simoleyên çipikî xwe çeng k...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîsa biceribîne
» raperîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî