1. kurte-rêzefîlmeke krzysztof kieslowski ye. di sala 1989an de hatiye kişandin. ji 10 beşan pêk tê û her beşek li ser fermaneke ji deh fermanan e. ji bo qenala dewleta polonyayê hatiye kişandin. mûzîkên fîlmê ji aliyê zbigniew preisner ve hatine çêkirin. her beşeke rêzefîlmê nêzikî saetekê dom dike. lê beşên 5emîn û 6emîn hinek (bi qasê 25 deqe) hatine dirêjkirin û bi vî awayî bûne fîlmên serbixwe;
(bnr: li ser kuştinê fîlmek kurt) / (bnr: a short film about killing)
(bnr: li ser evînê fîlmek kurt) / (bnr: a short film about love)
hemû beşên fîlmê li heman avahiyan derbas dibe. li sîteyek ku ji çend apartmanên mezin û sik pêk tê... li varşovayê...
her wisa dîsa di hemû beşan de zilamek heye ku teqez herî kêm carekê xuya dike lê kes nizane çi gû ye. (me got gû lê heye ku melayket be jî)
vê navberê de em deh fermanan jî li vir binivîsin;
1- ji xeynî min wê îlahê te tune be
2- tu wê ji xwe re qet sûretên putan çênekî û perestina ji bo wan nekî.
3- tu wê navê xwedê beredayî hilnedî
4- tu wê 6 rojan bixebitî û roja yekşemê wî bi bîr bînî.
5- tu wê rêzê ji bo dê û bavê xwe bigirî
6- tu wê nekujî
7- tu wê zîna nekî
8- tu wê nedizî
9- tu wê li dijî cîranên xwe şahîdiya derewîn nekî
10- tu wê çav bernedî malê cîranê xwe (jina wî, malê wî, koleyên wî, kerê wî û hwd.)
mirov bi hêsanî nikare têkiliya beşên fîlmê bi van fermanan re bike. hinek ji wan gelek berbiçav e lê hinek jê jî gelek bêeleqe xuya dikin.
kieslowski, hewl daye ku nîşan bide ka ev seh ferman di jiyana îroyîn ya modern de çawa dikarin derkevin pçşberî me. beşên fîlmê, nêrîna kieslowski ya ji bo van deh fermanan nîşan dide. loma carina ji mijarê gelek dûr dikeve.
berî salekê min her roj beşek jê temaşe kiribû û bi saya rêzefîlmê deh rojên min bi heyecanek derbas bûbû. hinek ji beşan, bi rastî jî gelek xweş bûn.
dixwazim ji nû ve û dîsa temaşe bikim û li ser her beşeke wê li vir şîroveyan bikim.
|