12. (bnr: hayti) zû, bi lêz, mînak: haytika da ku em herin,
haytikin da ku em wî karî tevakin...haytikin ku em genim zu biçînin..
(bnr: qerce,qarca): qevirce, dema nok hişk dibin ku ne pir hinek terr, komek an desteyek nokan dişêwîtinin, dibirêjin dixwin..li banê( çêre, çergeh )( bi tirkî yaban )şivan pir dikirin.. ji vê ra qarca dibêjin..
(bnr: qimircix)cureyek kêzikek firokî ye, dema nezîkî mîh an pîrça mîhan de devê însanên de dirîn, an hêka xwe dihêlin, gewriye însan bo vê dipêrçive..
dema qimircix devê însanên de rî gewriya însên dipêrçive, ji bo xweşbuyîne cixarê vêdixwin.. bi duya cixarê kurmên ku helîştî dimirin..dêma ber çêrandina mîhan de bo qimircixan meriv hinek baldar dibû..tiştêk eceb e..
(bnr: nikunyo): teze,anha, nuha, niha, weke nikunyo hat, anha hat..
(bnr: hûte kirin): çikilandin, daçikandin an terekirin
(bnr: gerindoz) mîna gurê manco ye, di nav çevronikan de (çîrokan) de derbas dibe
(bnr: keşkere): kaşkara, mîna nerdevanên e, bi textan çedikin çar pî ne û bi kişandin an barkirina tiştan dikin, bi van re li bexçeyan de qasêyan mişmişan dikişînîn..
(bnr: gever) reya avê , bi geveran avên bexçên av didin...
(bnr: meqet)dîvanên textinî, yê hesinî re somye dibêjin
|