Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 15 peyam
çîmen mûrad

çîmen mûrad

2. helbesvaneke ji rojavayê kurdistanê ye. sala 2013an bi navê digeriyam dîwaneka wê ya helbestan ji nav weşanên ar derketiye.. ji devê wê bi xwe; navê min ê bi temamî Çîmen hacî mûrad e, ez di 10.08.1982-ê de li “Ba zindanê” gundekî kêleka bajarê dêrika hemko li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûme. Dema temenê min 5 sal bû, malbata min koçberî Almanyayê bû û heta niha jî ez li Almanyayê dijîm. Yanî, ez jî yek ji gelek zarokên xerîbiyê me . Di sala 2007-ê de ez fêrî xwendina kurdî bûm û herwisa bi gavine piçûk min berê xwe da nivîsandina kurdî . Ji 2011-ê û pê de min dest bi nivîsa helbestan kir û ew jî ta îro û her wê berdewam be. '



nimûneyek ji helbesta wê ya bi navê dayê;



Dayê, dayê ax lê dayê,

ez te nadim bi vê dinyayê,

qîrê min diçin ber bayê,

wextê gazî te dikim dayê .

Dayê qey dilê me kevirin,

felekê em ji hev dûr kirin,

kengê car dî te bibînim,

wek zaroka nik te rûnim .

Dayê çuqaz dilbirînim,

hevîya wê rojê dimînim,

da ez derda ji dil derînim,

dayika delal, te bibînim .

Dilê min bi kul û kedere,

dibêjê li dayika xwe vegere,

hêstira dirêjim, wekî avê,

dayê bê te, min jiyan navê .

Dayê xewde ez te dibînim,

çav bi girî û xemgînin,

dûrî ji te,tev êş û birîne,

ji dîtinê pêve, derman nîne .



li vir jî alî gurdilî bi ser navê felsevan.orgê pê re hevpeyvînek çêkiriye; http://www.felsefevan.org/hevpeyvin-bi-helbestvan-cimen-murad-re.html

û li vir jî çîmen xanim ji wî dengê xwe yê xweş helbestekî pêşkêşî civatekî dike;



30.12.2014 00:38 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîmen mûrad

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî