Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 15 peyam
helbestên baba tahirê uryan

helbestên baba tahirê uryan

1. (bnr: baba tahirê uryan)

(bnr: baba tahirê hemedanî)

(bnr: çarînên baba tahirê uryan)



1

Bê te yek dem dilê min kêfxweş nîn e

Eger rûyê te bibînim xema min namîne

Eger derdê dilê min bê parvekirin

Li dinyayê qet dilekî bêderd namîne



Baba Tahirê Hemedanî



2

Lale biçîn ku ji te lale biçînin dilo!

Ev ji te re bes e ku lale biçînin dilo!

Ez kerr û lal im, qet tiştekî nizanim

Eger tu dizanî were laleyan biçîn dilo!



Baba Tahirê Hemedanî



3

Gelî yaran ji feleka zalim eman e!

Ev emaneke heta roja axirzeman e

Layîq e eger pêsîla xwe biqetînim

Lewra asîman ji min re sergiran e



Baba Tahirê Hemedanî



4

Şevek were ronî bike odeya min

Mehêle di nav derd û dûriya min

Sond bi her du tayên birûyên te

Dûr ji te derd dike hevaliya min



Baba Tahirê Hemedanî



5

Kesê aşiq be ji canê xwe natirse

Aşiq ji zincîr û zindanan natirse

Dilê aşiq mîna dilê gurê birçî ye

Gur ji "heyhey"ên şivan natirse



Baba Tahirê Hemedanî



5

Şeva min ji şeva yeldayê tarîtir e

Derdê dilê min ji yê alemê bêtir e

Hemû derd gihîştin dermanên xwe

Ji bo dilê min derman bê te'sîr e



Baba Tahirê Hemedanî



6

Ez im ew bazê spî yê Hemedanî

Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî

Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya

Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî



Baba Tahirê Hemedanî



7

Hewramî:

Dilîwe darû mobeten kariş

Çenî bêmeyneten germen bazariş

Bergey wirasim poşam we rol dill

Meyneten pûdiş mîhnet tariş



Kurmancî:

Dilekî min heye kirîyarê evînê

Ji ber vê geş e bazara evînê

Min ji bejna dilê xwe ra kirasek dirût

Ji tayê zehmetiyê ji lûfê evînê



Kirdkî:

Min zerrîye esta muşteriyê evîne

No semedî ra geş a bazarê evîne

Min beşna zerrîya xo ra kirasêke deşte

Tayê zehmetîye lufê evîne



Baba Tahirê Hemedanî



8

Di ber goristanê re buhurîm kêm zêde

Min halê dewlemend û feqîran dît tê de

Ne feqîr bê kefen ketibûn bin axê

Ne dewlemend biribû ji kefenek pê de



Baba Tahirê Hemedanî



9

Eger derdê min yek bûya çi dibû;

Ger xema min hindik bûya çi dibû;

Li kêleka min hebîb yan tebîbek,

Ji herduyan yek hebûya çi dibû.



Baba Tahirê Hemedanî



10

Eger bipirsî rewşa min xerab e

Eger bipirsî cegera min kebab e

Te ji bo xwe yareke nû dîtiye

Eger bipirsî ev qiyamet û hesab e



Baba Tahirê Hemedanî



28.02.2015 16:36 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên feqiyê teyran
» baba tahirê uryan
» tahirê kerevan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî