6. (bnr: el-wefa bê wesl û canan)
El-Wefa bê wesl û canan ğemz û naza min nehat
Ya tu qelbê ‘aşiqanî gulnîgara min nehat
Mam di qeyda derd û dağan, xemkusara min nehat
Subhê nabit wê şevê dengê minara min nehat
Hêvîdarê subheyê bangê minara min nehat
Derd û dağ im bê qerar im bê bihar im bê çemen
Bê hebîb im bê tebîb im hem xerîb im bê weten
Şubhî Ye’qûbî ji ‘işqa Yûsufê gulpîrehen
Mûnîsê derd û xeman im sakinê Beyt-ul hezen
Tar û mar im întîzarim şehsuwara min nehat
Pertewa şem’a cemalê min disojit dem bi dem
Îştiyaqa zulf û xalê têk kirim deryayê xem
Mam e ber penca fîraqê weslê qet nakit kerem
Ma mededkarê me bit Înna Fetehna subh û dem
Wer ne sotim ateşê dil şehriyara min nehat
Şubhî mestan im weku dîwane ez dîwaneser
Badenoş im pir xuroş im ez bê hoş im derbeder
Hesret û hecrên keser mehbûbê ğeyrî bin nezer
Bil fîraqî lit-telaqî bê sikûn im ta seher
Xwabê noşînê ‘ezîz im dil nîgara min nehat
Meclîsa bê saz û hey hey, min nevêt û naçimê
Bê def û bê çeng û bê mey, min nevêt û naçimê
Bezmeya bê yara Batey min nevêt û naçimê
Dê gorişman kî li min ket min nevêt û naçimê
Bê fîraxet yara Batey ‘îşwekara min nehat
Melayê Bateyî
|