Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 17 peyam
escape from freedom

escape from freedom

1. pirtûkeke têr û tijî ya erich fromm e. bi kurdî reva ji azadiyê ye. fromm di vê pirtûka xwe de li ser psîkolojîya mirovên dema modern analîzên xwe rêz dike. fromm dibêje di dema feodalîte hakimê cîhanê bû mirov ji maf û azadiyên xwe bêpar bûn lê hesta tenêbûnê nebû, mirov jixwe bawer bûn, xwe kêm û tik î tenê hîs nedikirin, endîşeya siberojê nebû, herkes têra xwe dixebitî; lê piştî reform û ronesansê kar û xebat zêde bû, maf û azadî zêde bûn, sanayî pêşve çû, mekîneyên nûjen derketin, lê bi van re têkilîyên mirovan qut bûn, mirov bi tiştên ku rêvebiran danîtin ber wan ve mijûl bûn, mecbûr man ku di nav sînorên ku wan danîn de bimînin û vê jî wek ku ew bi xwe van tişta hildibijêrin dan fêmkirin; piştî demekî mirov weke mekîneyekî lê hatin; pêşveçûn ji bo mirovan bû, lê piştî pêşveçûnê mirov jî bûn navgîneke pêşveçûnê; bi van tiştan re hesta tenêtî peyda bû û bêhêziya takekesî û hesta bêbawertîyê û bêqedrbûn û tenêtî di mejîyê mirovê modern weke kurmekî lê hat. ji ber vê mirovên modern ji azadiyê direvin û xwe bi tiştekî ve girê didin; wek hinek xwe bi dîn ve, hinek xwe bi serokekî ve, hinek xwe bi evîndarîyê ve û hwd. hingî ku mirovan hin azadî bi dest xistin, ketin bin hin sînor û qeydên din de.
di dawîya pirtûkê erich fromm ji bo çareserîyên van arîşeyan pêşniyazên xwe dibêje.fromm dibêje di vê çerxa ku azadîya neyînî -ango bi wateya azadbûna ji tiştekî azadî- mirov dibe girêdaneke din, hepseke din; ji bo mirov ji vê çerxê rizgar bibin divê mirov veger ser xwe û "xwe" bibîne, "xwe" pêk bîne, "hez bike.

ji bo dewama vê mijarê pirtûkên din ên erich fromm bixwînin:
- hunera hezê
- xwedîbûn an jî hebûn



27.10.2016 01:07 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
peya [1]
Peyvên ku eslê xwe de wateyê wî zilam e.lê cîhen tê bikaranîn...
serobero [1]
peyveke pir kêrhatî ye. bi tirkî wergera wê "gelişigüzel" e. ji bo tiş...
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
belki ev jî bala te bikişînin
» escape room
» freedom is not free

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî