Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 16 peyam
kurmancî - tirşik
kurmancî
(13) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. zaravayê kurdî yê herî mezin, di warê erdnîgarîyê de.. gelek tiştên di jî hene, lê bila heval behs bikin...



25.07.2013 14:23 | arami

2. zaravayek ji nav çar an pênc zaravayên din ên kurdî.. dema meriv lê kûr dibe dibîne ku serê her gundekî devokeka bi serê xwe ya vê zaravayê heye.. lê li gorî zimanzanan di zikê hev de çar devok hene.. botan, bahdÎnî, devoka rojava û kurmanciya xurasan û deylemanê.. gelek kes gazind û lomeyan dikin û dibêjin em ji devoka filan derê fêm nakin lê heçiyê di zikê hev de 10 pirtûkên kurmancî bixwîne bi hêsanî dikare ji her devokeka kurmancî fêm bike û xwe bide fêmkirin.. nifşên nû yên bi vî zaravayê kurdî diaxivin û xwe îfade dikin bi taybetî jî yên li bakurê kurdistanê gelekî zehmetiyan dikişînin.. ji ber ku bi qasê 70-80 salan li bakurê kurdistanê bi destê dewleta tirk zimanê kurdî yanî kurmancÎ û kirdkî hatiye qedexekirin û rê li ber pêşdeçûn û peresîn û geşedana vî zimanî hatiye girtin.. û hîn gelek sedem..



11.09.2013 17:15 | endazer

3. karên ne fermî.

- berê hikumet tunebû, kurmancî bû.

- ez ereba xwe bi kurmancî dişuxilînim. ( ne tîcarî )



24.01.2015 18:33 | dara berrûyê

4. Zaraveyeka kurdî ye. ji qazaxistanê heta misir û urdinê hema hema ji her welatê te axaftin. Gava weke kurmanjî te nivisîn pir karîzmatîk dibe.
(bnr: zimanê me)
(bnr: kirdasî)



09.04.2019 20:26 | cinorek

5. Zaravayê Kurdî ye.
Zaravayê kurmancî (bnr: zaravayê kurdî) yê ku herî zêde tê axaftin e. Her çiqas li herêmên Kurdistanê bên axaftin jî herwiha li ermenistanê, li xorasanê, li nav kurdên qafqasyayê, li anatoliya navîn û li ewrûpayê jî pê tê axaftin.
Devokên kurmancî di navbera hev da li çar komên cûda bela dibin; botanî, behdînî, kurmancîya rojava û kurmanciya xoresan û deylaman.



10.04.2019 00:38 ~00:42 | hesinkar

6. zimanekî ecêb e. carinan dibêjim rewşa wî pirr xirab e , ji hev ketiye, ne dewlemend e, her ku diçe bêtir xirab dibe lê dema dibînim ku yek pirr xweş diaxife yaw dibêjim di dinyê de ji vî zimanî xweştir ziman tune ye, farisî û fransizî ne tu gû ne.
heqîqeten wexta yek xweş, fesih û resen biaxife ji guhê meriv re pirr xweş tê, wek ku dayika te di du saliya te de te di ser çokên xwe de li rex sobeya êzingan, bi dengê xwe yê xweş bi lorîkekekê bike xewê û hem ji gurmîna şewitîna êzingan hem ji germa sobayê xilmaş bibî û bi xew re biçî, erê tam ewê lezzetê dide.



23.11.2019 01:15 | ferhenga şikestî

7. Zaravaya kurdî ya bingehîn e
Ne ji bo bilindkirina zaravayekî dibêjim lê tekanê zaravayê kurdîye ango kurdî ji xwe kurmancîye

Li gor min ev zaravayên din ji kurmancî zêde bûne

Wek soranî ji xwe jêre tê gotin kurmancîya xwarê
Di têbinîya min de eşîrên kurdan yên durî navenda kurdistanê bûne ji ber qût bûna têkilîyê bi lêvkirina peyvan de hindek gûherîn çêbûne û piştî salan bûye wek zaravayekê


(bnr: hişmendîyên ji ber pizîyê ve dertên)



31.01.2020 02:00 ~21:54 | tîrêj zana 21

8. Navê rojname / kovareke Kurdî ye, bawerim di qadê de yekemîn be, ji aliyê (bnr: enstîtuya kurdî ya parîsê) hatiye weşandin. Zimanê wê gelek zelal û baş e.
Hejmarên wê hemû li ser malpera enstîtuyê henin Here lînkê

Û hinek hejmarên wê li ser malpera issuu.com henin Here lînkê



25.04.2020 00:26 ~00:26 | afa

9. Zaravayê kurdî yê ku li bakûrê kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçe ye. Ji ber zimanê serdest ketiye hemû kar û xebatên kurda û bi her hawê xwe di nava wê de ye, bişaftin bi lezeke dijwar didome. Çi ciwan çi kal be hemû kes di vê nêvenga bişaftinê de tê bişaftin.

Berê(4-5 sal ) jî bişaftin hebû lê ne weke niha bi hêz û xurt bû. An ev hêz û xurtbûn hêj nû gihaştiye navçeya me. Peyvên romî diketin nava kurdî lê hinekî li gor rêzimana kurdî û qertafên wê dihate guhertin lê êdî ne peyv tenê biwêj, qalib, gotinê pêşiya, replîkên fîlma, gotinên siyasetmedaran, nivîsên derûbera weke xwe, bê guhertin tê bikar anîn. Tu peyvê nû li kurdî nayê wergerandin. Peyvên hene nayên bikar anîn.

Ciwanên kurd êdî xwe bi zimanê zikmakî nikarin rave bikin. Bi zimanê xwe nikarin gotinên kompleks û dirêj di serê hev xin. ji bo wan hevokan xwe diavêjin tirkî û paşê dîsa li kurdî vedigerin.

Kar û xebat bi kurdî nayê kirin. Li înşaata, li dikana, li hemû kargeha bi kurdî kar nayê kirin. Li van dera bikar anîna kurdî weke nezaniyê tê dîtin. Li gor muşteriya heçiyê bi romî baxive hostetir û zanatir e.

Li nêvenga ciwana yekî ku bi romî daxive yê derdora xwe jî xera dike. Kesekî ku bi wê romîka ( gelîsen, îyîsen ) daxive, ciwanên derdora wî dilê xwe dibijêne wê romîkê. Ji bo yek kesî deh kes bi romî diaxive.

Navê dikan, kargeh û firoşkera bi romî ne. Navê alavên tê firotan îngîlîsiya hatiye romîkirin e. Navên hene jî nayên bikar anîn. Hejmarên kurdî û rengê kurdî nayê bikar anîn.

Hingî di nava nêvengek awha de me, ewqas bi kurdî dixwînim û dinivîsim jî car caran peyvên kurdî nayên bîra min. Bi kurdî nikarim bifikirim.

Ji bo parastina zimên çi dikarin bên kirin:

- dema çûn kargehekî bi kurdî biaxivin. Tiştê ji we re lazim, bi kurdî bixwazin. Heke bi romî bersiv dan jî hûn dîsa bi kurdî bidomînin û fedî mekin. Ji ber yê ku divê şerm bikin ew kes bixwe ne. Ev der welatê kurda ye, zimanê wê divê kurdî be.

-yekî ji we re bi romî pirs kir an tarîfa navnîşanekî xwest, bi kurdî bersiv bidin. Heke bi kurdî nizanibe, hûn jî bi romî nizanin.

-di tv yê de cartonên (xêzefîlm) kurdî ji birazê, xwarzê, bira û xwişkê xwe yê zarok re vekin. Hûn çûn kîjan malê( yê mervê we) frekansa zarok tv li tv ya wan bar bikin û pêşniyarî wan bikin.

-Li bihîstoka xwe klavyeya kurdî saz bikin û hemû peyamên xwe yê tora civakî bi kurdî binivîsin. Û bi hevalê xwe re kurdî binivîsin.

- dema kesekî wateya peyvekî an tiştekî pirsî bersiva wê bi kurdî bidin. Wergera wê ya bi romî nebêjin. Hewl bidin ku wê peyvê bi kurdî rave bikin.

- stranên romî guhdar nekin. Melodiya bihîstoka xwe bikin straneke kurdî. Ji ber stran ji mirovan re dibin bîranîn. Çiqas bîranînên mirov bi kurdî be û romî kêm be, ewqas heşê mirov bi kurdî dixebite.

- nav û bernava bi kurdî li xelkê bikin. Heke hûn di neqeba xwe de hinekan dişibînin hineka bi kurdî bişibînin û naveke kurdî lê bikin.weke mînak, dema yekî tiştekî beredayî kir. Ji dêlava ku hûn wî bişibênin revep îvedîk, wî bişibînin serbang emrah*

-dema kesekî bi kurdî dizane, bi we re romî axivî pê re bixeyidin û gazina jê bikin. Bikin ku kes newêribe bi were zimanê biyanî an romî baxive.


Niha ev hatin bîra min. Ev tiştên min rêz kir hemû hêsanin lê girîng in. Pêk anîna hemûyan pêkan e, ne zehmet e.



10.06.2020 01:05 | tîrêj zana 21

10. Zarave ninû zimanek serbixwe ye.
yek ji zimanên kurdî ye.



10.06.2020 22:30 | cinorek

11. Ziman ango zaraveyekî Kurdî ye ku bi piranî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê axaftin. Elfabeya wî 90 sal berê, di sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan û hevalên wî ve hatiye latînîze kirin. Zimanekî Hind-Ewropî ye. Li Rojavayê Kurdistanê yek ji her du zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha li Başurê Kurdistanê û Êrmenistanê bi fermî hatiye naskirin. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî zext û astengî heta qedexe her li ser hene.



04.10.2022 08:22 | michael

12. Ne zarave ye, zimanekî serbixwe ye. Bi gotineke din yek ji zimanên kurdan e. ev e nêzî du hezar salan e ku miletê kurd bi awayekî demdirêj li herêmekê nebûye desthilat an jî nebûye serbixwe, ji ber vê hindê pergaleke perwedehî ya birêkûpêk li hev nehatiye û qadeke pêşketin û pêşveçûnê di zanista xwemalî de lênebûye lewma nasandina kurdan û zimanên kurdî hema bêje bi temamî ji aliyê wan kesan ve hatiye kirin ku ji miletên hember-kurd in an jî ji wan miletan in ku xwestine kurdistanê ji bo menfîetên xwe dagir bikin û ev yek hiştiye ku qada kurd û kurdî û kurdistanê tim bê manipulekirin. ewçend ku merheleya vê manîpulekirinê êdî gihîştiye merhaleya xwebixwe manîpulekirin û xwebixwe şaşnaskirinê. formul gellek beraqil e û basît e. miletek heye, bi henekên xwe, bi rengên xwe, bi çanda xwe, bi fazîletên xwe, bi kêmasiyên xwe, bi çîrokên xwe û bi ruhê xwe yek e lê bi zimanên xwe ne yek e. Wekî, germenan(îngilîz, elman), wekî silavan(rûs, polonya, yûkreyn), wekî latînan(fransa, îtalya, spanya), wekî tirkan... berî ku çaryeka diduyan a sedsala 21em bi dawî bibe, wê ev mesele jî safî bibe. ji aliyên zimannasên heqîqî ve wê kurmancî, zazakî, soranî, goranî wekî zimanên serbixwe bên qebûlkirin. ferqa di navbera soranî û kurmancî wekî ferqa elmanî û îngilizî ye, him bi denganiya xwe him bi rêzimana xwe. ji ber van pênasekirin û binavkirinên şaş û an jî niyetxirab, kurmancî weke kurdî hat qebûlkirin û kurmanc jî wekî kurd hatin qebûlkirin. ev yek jî bi xwe re qadeke din a manîpulekirinê vekir û tê îdîakirin ku zaza ne kurd in. mixabin hinek zaza jî gava xwe didin naskirin ferq dixin nava kurdbûn û zazabûnê. a rast kurd navê komê tev e, ne navê koma kurmancan e. meseleyek din a muhîm jî ew e ku di vê sedsalê de çi ji nezanî û çi jî ji kompleksên din, kurmancî bi peyvên kêrnehatî yên soranî hat tijekirin. gellek caran meriv lê hay dibe ku bi dehan varyantên peyvekî hene û dîsa jî diçin ji soranî peyvan derbasî kurmancî dikin. di serî de meriv dikare bêje ku denaganiya soranî qet li kurmancî nayê û di serde jî peyvên ku derbasî kurmancî tên kirin ji bo kurmancan û ji bo kurmancî nenas in, bêruh in. bi gotineke din ha te peyveke nenas û bêruh a soranî anî xist kurmancî ha te peyveke îngilîzî anî xist kurmancî, ferq tune. bi vî awayî berî ku berê xwe bidin kurmancî û bêyî ku li ser çêkirina peyvên organîk bifikirin, kurmancî bi peyvên eletewş û bêruh û dengtehl tijekirin. herwekî serok, berawird, belam, pênûs, netewe, mamoste, pêwîst, derbar, dubare, berjewendî... di kurmancî de paşgira -ok maneyeke xwe ya negatîf heye û nabe ku meriv ji bo peyvên failî bi kar bîne. em bi kurmancî dibêjin, xweşkok, evdalok, hêsîrok, rezîlok, qeşmerok, zarok, rebenok... îcar ez nizanim bi çi aqilî û kê anî vê peyva hetikber a serok xist belaya serê kurmancî. rastiya wê gelek basît e û "serek" e. mesela peyva "berawird" (miqayese) tê bêjî qey ev du hezar sal e ku kurmanc nikarin du tiştan "bidin ber hev" û "miqayeseya" wan bikin. ev du hezar sal e ku kurmanc ji vî aliyî ve lal bûn loma hewcehiya wan bi peyva berawird çêbû. hevber, hevberî, hevberkirin û miqayese jixwe di kurmancî de hene, tu hewcehî bi berawird tune ku jixwe soranan jî ev peyv ji farisî deyn kiriye. "pêwîst" jî wisa ye, di kurmancî hewce heye, lazim heye, divêtî heye, vê dawiyê -peyveke ku qet ne lazim bû- pêdivî jî çêkirin lê di ser re çûne "pêwîst"a bêruh jî anîne xistine kurmancî. denganiya peyvên erebî ji yên soranî bêtir li kurmancî tê û di ser halan de jî peyvên erebî di civakê de êdî cihê xwe girtine. "menfîet" ji "berjewendiyê", "lazim" ji "pêwîstê", "hevberî" û "miqayese" ji "berawirdê" "milet" ji "netewe"yê, "tekrar/vecar/dîsa" ji "dubareyê" çêtir e û sed car çêtir e. ji nîvî zêdetir farisî bi gotinên erebî dagirtiye û ev ji bo wan nabe mesele, îngilîz û franzisî û elmanî bi peyvên latînî dagirtiye û ev ji bo wan jî nabe mesele lê ser û binî çend peyvên erebî hene di kurmancî de û me dil heye em wan jî bi nezaniyeke gundîkî wan ji zimanê xwe biqewirînin. (ev peyvên erebî yên di kurmancî de ewqas hindik in ku meriv nikare qiyasa wan a tirkî û farisî bike, di farisî de sed peyvên erebî hebin belkî di kurmancî de yek e, di tirkî 50 be, di kurmancî de yek e) welhasil a dawî kurmancî ne ew zevî ye ku meriv tê de kompleksên xwe şîn bike. eger hewcehiya kurmancî bi peyvekê an jî bi tiştekî din çêbû, hewce ye ewwilî meriv berê xwe bide kurmancî, bêguman hingê meriv wê bi dehan varyant bibîne. divê kurmancî bi ruhê xwe yê organîk bikemmile û bigihîje. helbet ez ne li hember wê yekê me ku peyvên biyanî bikevin kurmancî, ez li hember peyvên nehewce û kêrnehatî me. peyvên ku bîhna kompleksa soranîheziyê ji wan tê. wekî din helbet wê kurmancî jî wekî her zimanî peyvên ku hewcehiya wê bi wan çêdibe, wê bigre û li xwe zêde bike.



8 roj berê 21:45 | ceso

13. Peyvên wekî herf, defter, kitêb, ders, nuqte, îmla, qelem, dîn, melek, şeytan, cenet, cehenem, îblîs, hac, sedeqe, kûrsî, tevbe, qurban, sehîfe, alem, kahîn, qiyamet..her wekî din peyvên bingeh aramî/suryanî/sumerî an jî berî wan şaristanyên din in, derbasî zimanê erebî bûne, û îro têt zanîn ne erebî ne, berî îslamê bi avayekî berbelav dihatîn bi kar anîn. Belkî bi rêya erebî ket zimanê kurdî lê cihê wan gotinan afirandina peyvên nû, xwespartina soranî û farisiya modern hewlên beredayî û komîk in lê bi salanê tê kirin.
Ji ber ve yekê hewlên afirindina peyvên wekî pirtûk, lênûsk, bikaranîna peyva ol’ê( yol a tirkî ye, bingêha dînê ne erebî ye, bila bi erebî bibe jî çima jê direve nayêt fam kirin), berjewend, ast (rade, sewiye), dojeh, bihûşt, vekîte, rênivîs, verês, darêj, rûpel, rûniştek, xal, şanik, , deq, ayende,..her wekî din gelek in peyvên sinêde, lênehatî ne, ne li gorî kurmancî ne.

Mînak: sibehê ji waneya matematîkê ezmûna min heye
waneya matematîkê çi ye? çima nabêjî dersa matematîkê nayêt fam kirin
wane çi ye?



8 roj berê 00:22 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
peya [1]
Peyvên ku eslê xwe de wateyê wî zilam e.lê cîhen tê bikaranîn...
serobero [1]
peyveke pir kêrhatî ye. bi tirkî wergera wê "gelişigüzel" e. ji bo tiş...
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmancî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî