Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê] de;

45. hûn çi dikin çawa dikin, ciheke galegala tirşikê ava bikin. bila bi deng be. weşaneke zindî be, bi tirşik v 3.0 re pêve bikin, wê bibe gaveke mezin. hemû taybetmendiyên nû ya tirşikê yên ku nivîskar qal dikin dibêjin min beta version a wê dîtiye wisa xweş e, weha baş e wê ew taybetmendî tev paş vê yekê de bimînin.

çend rojê carekê galegala tirşikê li ser tirsik.netê di saet niza'm çendan de yuppiie. hema bê cidîyet (qala formatê dikim). tu ê bêjî qey hema du ehmaq derketine qadê li bin guhê hev dixin, ew jî nizanin çi dikin çi dibêjin, na. ne ku bê plan û bê pergal in. dibe ku format wer xuyabe lê bi esilê xwe du kesayetên çêkirî li ser tiştinan xeber didin. ez dibêm hemû tirşikvanên kevin, qedîm û yên nû, (hello kitty jî tê de) serê'xw pê biêşînin. wê piştî çend ceribandinê tişteke xweş derkeve.

îmkana platformeke weha bi weşana zindî, ji kerema xwe. hêvî dikim ev tişt ev platform pêkan be. ku pêkan be em ê li ser biaxivin, fikra xwe bikin yek. ku dem hat bernameya zindî, Bila endazer û ceso û ferhenga şikestî, çiyayê mêrdîn, ên çenebaz û gelek hevalên din ên tirşikê ku dikarin di bin vî karî re rabin, bila di bin vî karî re rabin * galegalan bikin. dibe ku gelek ji wan wextê wan tune be bikevin bi ber bayê galegalên pûç û vala (!). bila be. ji bona zimanê qedîm (nebe jî, ji bona kêfa xwe) qewet ji xwedê bixwazin û rabin ser xwe!



12 roj berê 23:52 | mirovekirind

43. Navê malperê were guhertin.

13 roj berê 17:07 | mirovekirind

17. bnr'yên vala/143469



28.10.2023 18:43 | mirovekirind

5. Dema ji bihîstokê dikevî tirşikê, pê li pirtûkekê dikî, beşa pirtûkan vedibe. Lê li şûna ku pirtûkê bibînî, lîsteya "cûreyên pirtûkan" dûre jî lîsteya weşanxaneyan derdikevin pêşberî te. Ta di binê rûpelê de dimîne pirtûka te. Heya ku tu xwe bigihînî pirtûkê pênc-deh caran scroll down dikî.

Bona xwedê, Bila ev lîsteya weşanxaneyan filan li biniya rûpelê xuya bin. Çawa ku mirov pê li pirtûkekê kir, berî her tiştî bila agahiyên wê pirtûkê derkevin pêşberî me.

01.10.2023 23:40 ~2024.05.07 18:06 | mirovekirind