Tirşik-Wêneyek
Kê şand:
Kategorî: Yên Din
Mücahit Bilici û tirsik.net
Ji bo tirşikê lînka wêneyê:
Ez îro çûm ji vî konferans û roja îmze ya mücahit bilici. Salona Weqfa Îsmaîl Beşîkcî piçûk bû loma terê nekir her kes lê rûnê, gelek kes şipî sekinî. Kesên ku tê nasîn beşdar bûbûn ew bûn, (vbnr: abdullah keskin), (vbnr: Ekrem malbat), (vbnr: Devliken Kelogirî), (vbnr: Necat özdemir), (vbnr: hamid Omerî), (vbnr: ali ışık). Konferans li ser danasîna & îmzekirina kitêba nû ya Mücahit bilici bû. Navê kitêba wî "hemal kurd - îslama tirka û pirsgirêka kurda" ye. Kiteba wî %60 nivîsên wî yê berê ye (li rojnameyan de hatiye weşandin) %40 teze hatiye nivîsîn. Min kitêbek jî ji bo tirşikê re da îmzekirin, mi go ji kerema xwe re ji tirsik.net ê re ji vê kitêbê îmze ke, ew go "tirşik net kürtçe sözlük değil mi o, takip ediyorum orayı, zevkle okuyorum" (tirsik.net ferhenga înteraktîv nîne ew? Ez li wir dişopînim, gava dixwînim kêfa min tê) Yanî haja we hebe tirsikvano dinya ji we dişopîne, dengê we çûye hetaaaaaaaaaa amerîka! Hindik maye bigihêje fezayê... Silavê mamoste Mücahit bilici hebû (ew kesê ku li ba bilici rûniştî ye ne ezim, kesekî xerîb e)