kêç kelimesinin kurmancî anlamı

kêç


cureyekî bihokên biçûk e, di qirejiyê de û bi xwînê dijî
Hevwate, biranguh.
Bide ber: kêz .Binêre.
Herwiha: kaç, keç, kiç, koç, kuç, kûç. Têkilî: spih. Navê zanistî: Siphonaptera.
ji: hevreha soranî kêç, farisî kek, keyk, pehlewî keyk, tacikî kayk jiari. Hêjayî gotinê ye ku navê proto-hindûewropî yê vê heşerê, wek yê gelek heywanên din jî, di zimanên îranî de nemaye û bi peyveke din hatiye guherandin. Hevwateya vê peyvê bi proto-hindûewropî plusis bû ku sanskrîtî plusi, lîtwanî blusà, rûsî bloxa, albanî plesht, yûnanî psulla, latînî pulex, spanî pulga, frensî puce, îtalî pulce, ermenî lu, inglîzî flea... jê peyda bûne. Di nav zimanên îranî de ev peyva proto-hindûewropî di peştûyî de wek vreje û di yixnî de jî wek frîgo hatiye parastin.Bi Kirmaşanî, keyk


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver