1. milekî gelê kurd e 2. kesê ji vî milî
(navdêr) kurdên ku bi kurmancî dipeyivin, kurd, hemû kurd, (kevnar) gundî, (kevnar) koçer. Herwiha: kirmanc, kurdmanc. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: کورمانج. Bide ber: feylî, goran kelhur, soran zaza. ji: jiari. -man-a di peyva kurmanc de jî wek -man- yan -men- ya di peyva tirkmen, tirkoman de ye. Di herdu peyvan de jî man/men maneya mîna, wek dide anku kurmancyên wek kurdan. Di farisî de hevberî peyva mîna bêjeya manend e. Ihtimal e ku herdu kurmanc û tirkmen/tirkoman ji wê bin, paşî kurttir bûbin û di peyva tirkmen/tirkoman de -end ji dawiya manend ketibe lê di peyva kurmanc de -en- ketibe û d bûbe c. Nimûneyeke din jî ku d tê de bûye c peyva gazind/gazinde ye ku di hin devokan de bûye gazinc. Herwiha di hin devokan de bi taybetî li Mêrdînê d wek c tê xwendin: ciya mindiya mindayika min.Herwiha peyv divê wek kurmanc yan kirmanc were nivîsîn, ne wek kurdman ji ber ku kurmancî d ya piştî r red dike, binere: soranî: birdin, zazakî: berden, farisî: burden lê kurmancî bir_in, soranî: xwardin: zazakî: werden, farisî: x(w)arden lê kurmancî: xwar_in Sebebê ku kurmanc li gelek deveran bûye kirmanc jî ew e ku meyla kurmancî li ser i ye li hevberî u: bilbil (lê farisî: bulbul). jê: kurmancî, kurmancîtî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.