heywaneke ku hem di bejiyê de hem jî di avê de dijî û bi qalik e *dibêjin: 'kûsî tu çima pîs î? dibêje: 'Xwedê li eniya min nivîsî
(navdêr) ajaleke çarlingî ye û di bin qalikek req ve ye û giran dimeşe, kûsiyê awê: req. Herwiha: kîsel, kîsele, kîso, kusî, kûsel, kûsele, kûso, kwêsi, kwêsî, kwîsel, kwîsele. Hevwate: req (ji zimanê akkadî raqqû). mamê miz. Bide ber: bizinmişk, dûpişk, beq, mar. ji: Proto-aryayî: kesiyepe- (kûsî) Avestayî: kesyepe- (kûsî), Kurdî (Soranî): kîsell Farisî: kişif (kûsî) Osetî: kîso (kûsî) Belûçî: kasib (kûsî) ... ir Kurmancî: kûsî, kîso, kûsel, kûsele Zazakî: kesa (kûsî) Sanskrîtî: keşyepa- (kûsî) Çavkanî: Horn p.191, Lubotsky p.9 Pokorny: - , Bi zimanê sûmerî ji bo kûsî em dibejin kuşu, lê bi zimanê akkadî ji bo kusî em dibêjin raqqû.Vê peyvên bi zimanên çiranê tûne ne. Bi farsî em dibêjin لاکپشت/lâkpošt, bi tacikî sangpuşt, bi erebî سُلَحْفَاة /sulaḥfāa, bi îbranî צב/tzav.. jê: kûsandin, kûsîn, kûsîtî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.