lêv kelimesinin kurmancî anlamı

lêv


1. goştê li dora dêv 2. kêlek *“gotina ku bikeve nava du lêvan, dikeve nava du gundan”
(navdêr, mê) deriyên devî, herdu deriyên devî yên nerm û bigoşt yên ku ji hev dûr dikevin dema ku dev vedibe: lêva jêrîn anku lêva binî û lêva jorîn anku lêva serî. rex, hindav, tixûb, sinor: li ser lêva zinarê.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: لێڤ.
Bi zaravayên kurdî: kurmancî: lêv, soranî: lêw, Kurdiya başûr: lêw, liç, Lekî: liç, hewramî: liç, zazakî: lew.
ji: Ji Proto-hindûewropî leb- (livlivîn, livîn, leqîn > lêv), ya ku herwiha serekaniya lêw/لێو ya soranî, lew ya hewramî û zazakî, لب (leb) ya farisî, labium ya latînî, lèvre ya frensî, lip ya inglîzî, läpp ya swêdî, lūpa ya lîtwanî û hwd. e. Peyvên kurdî liv, livîn, livandin, livlivîn, livlivandin û hwd. belkî ji ji heman rehî bin lê bi ihtimaleke mezintir ji lebitîn ji erebî ne. Proto-hindûewropî: leb- (lêv) Proto-aryayî: Middle Persian: lep (lêv) Farisî: leb (lêv) Belûçî: leb (lêv) Kurmancî: lêv (lêv) Kurdî (Soranî): lêw (lêv) Hewramî: lew (lêv) ... Zazakî: lew (lêv) Latînî: labium (lêv) Almanî: Lippe (lêv), Lefze (lixav) Înglîzî: lip (lêv) ... Çavkanî: Schwartz p.282, MacKenzie P.128, Horn p.212, Watkins p.47 Pokorny: 651.
: bilêvker, bi lêv kirin, bilêvkirin, lêvdar, lêvdudik, lêvstûr, lêvzirav, lêvandin, lêvî


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver