[I] hereket [II] biecele *“digerî li dewleta lez, xwedî ke rez û pez”
(navdêr, mê) ecele, pele, zûkatî, zû. Têkildar: serwîsa lezê. Bide ber: bez, rev. ji: Ji Proto-hindûewropî h₁lengʷʰ-, Proto-aryayî ragu- ir, parsî reg, medî ereg. արագ (arag) û երագ (erag) ji zimanên îranî hatine deynkirin. Yan jî ji erebî لاحظة (lahze: bîst, kêlîk, gav, bêhneka kurt). Bikaranîn: Lêker: lez bûn, lez kirin, lez dan, lez ketin. Navdêr: lezbûn, lezkirin, lezdan, lezketin Rengdêr: lezbûyî, lezkirî. jê: bêlez, bêlezî, bilez, bilezî, lezan, lezandin, lezgîn, lezgînî, lezî, lezîn, lezok, lezokî, lezûbez, lezûbezî
simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.