leymûn
(navdêr, mê) mêweyek anku fêkiyek wek pirteqalê ye lê tirştir e û rengê tîvilê wê zerê zelal e (bi gelemperî bo tirşkirina xwarinan tê bikaranîn, xav nayê xwarin), biharatek tirş e ji wê mêweyê, lîmonada, vexwiraka ku ji ava lîmonan tê çêkirin. Herwiha: leymîn, leymwîn, leymûn. Bi alfabeyên din: لیمۆن. ji: hevrehên din ya kurdî leymûn, leymûndiz, lîmonada, farisî ليمو (lîmû) û لیمون (lîmûn), erebî ليمون (leymûn), tirkî limon, bengalî লেবু (lêbû), urdûyî نیبو (nîbû), hindî नीबू (nîbû)... hemû jisanskriti निम्बूक (nîmbûka/lîmbûka). Bo guherîna l/n bide ber nimêj/limêj, nivîn/livîn, noş/loş... Heman peyv ketiye zimanên ewropî jî: inglîzî lemon, îtalî limone, spanî limón, rusî лимон (lîmon).... Bikaranîn: Rengdêr: lîmonkirî. jê: lîmonada, lîmonata, lîmonî, avalîmon
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.