melevanî kelimesinin kurmancî anlamı

melevanî


soberî, avjenî
(navdêr, mê) ajnî, sobanî, avjenî, livîna di avê de bi vejenandina dest û piyan bêyî ku ti dera mirovî bikeve binê avê: Melevanî bo sehetê pirr bimifa ye. Ez melevaniyan nizanim. Divê mirov zê zarrok xwe fêrî melevaniyan bike. melevanîkirina li ser piştê, melevanîkirina li ser sîngî, melevanîkirina pelatînkî, soberî.
Herwiha: mele , melevanîtî, melevantî.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مه‌له‌ڤانیDevera bikaranînê, kurmanciya rojhilatî, bi taybetî Behdînan.
Bikaranîn: Lêker: melevanî kirin. Navdêr: melevanîkirin.
ji wêjeyê: Şêniyên her welatekî bi awayên cuda û taybet pêşwaziyê li sersala nû dikein. lê tiştê balkêş di nav şêniyên hin welatên mîna Elmanya, Îtaliya û Hollenda de, ewe ku xelkên wan bi melevaniyê pêşwazî li yekemîn roja sala nû dikin. Ligel wê yekê ku pileya germayê gellekî kême di vî demê sale de li wan welatan lê xelk vê çalakiya han encam didin..
ji: melevan + -van + -î, hevreha soranî مه‌له‌ (mele > mele kirin: melevanî kirin), herdu ji erebî ملاح (mellaḥ: keştîvan, deryavan), hevreha aramî ܡܠܚܐ (mellaḥa), îbrî מלח (mellaḥ), akadî ??? (melaḫḫu MA2.LAḪ5)... hemû jisumeri ??? (malaḫ)


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver