merz kelimesinin kurmancî anlamı

merz


cihokên ku li dora zeviyan tên kolandin (da ku lêkend nekevê)
(navdêr, nêr) sinor, tixûb, hidûd, hed, navbera du welatan yan deveran: Gundê wan li ser merzê Îranê û Iraqê ye..
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مه‌رز.
Bide ber: merc, merg, merze .Binêre.
Herwiha: berz, derz, terz, werz, xerz, gurz, erz.
ji: hevreha farisî yan ji farisî مرز (merz), pehlewî merz, avestayî merezu-, latînî margo, îrlendiya kevn mruig, bruig, gotî ????? (marka), inglîziya kevn mearc, inglîziya nû û piraniya zimanên skandinavî mark, inglîzî herwiha march, almanî Mark, fransî marge, spanî margen, portugalî margem... hemû ji Proto-hindûewropî merg-. մարզ (marz: dever, navçe) ya ermenî û ܡܪܙܐ (merza: tixûb, sinor) ya aramî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Ji eynî rehî: merc, marjîn, marjînal, mark, markîz...


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver