1. rastmala ji erd û avahiyan pêkhatî 2. hukimdarî *“ji milkan aş, ji hacetan simtiraş, ji mêran mêrê ku dike hesabê pêş û paş”
(navdêr, nêr) mewda,mewdan, erdê kesekî, axa ku kesek xwedanê/a wê ye, zeviyên kesekî, eraziyê kesekî. Herwiha: mulk. Têkilî: bêlan, bersem, taxe, tej, pag, zevî, hêrgeh, kêlgeh, mêrgeh, çêrgeh, warxan, balaxane, dam û dezgeh, xanî, mal, kaşxane, seray, çivanekxane, kersaxane, qesr, birûntî, birûntîxane. Bide ber: maliyet, saman. ji: ji erebî ملك (milk), têkilî malik, melik, emlak, memlûk.... jê: bêmilk, bêmilkî, bimilk, bimilkî, milkdar, milkdarî, xwedanmilk, xwedîmilk
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.