herewera ku hestiyan bi hev ve dizeliqîne; mefsel, mok
(navdêr, nêr) hestiyê piştê, feqerat, feqere, Ciyê du tiştên cihê yan di beşên cihê yên tiştekî dighêjin hev an bi hev ve dibin û dibe yek perçe. Di be ku ev hatina ser hev bihêle ku herdû perçe bilivin an nelivin (bi îngîlîzi: joint), Ji bo girêkên li ser tiştên wek darikên dirêj, zirav û rast jî tê gotin. Wek ew girêkên li ser darên bambû an zilê. Herwiha: movk. Bide ber: kovik, tovik. ji wêjeyê: Ziman giyan û jiyana netewe, movikê piştê û stûna kûnê neteweyî ye.(Nezîr Silo: Ziman û nivîsara Kurdî, Gelavej.com, 7/2008). Bikaranîn: Lêker: movik kirin. Navdêr: movikkirin Rengdêr: movikkirî. jê: bêmovik, bimovik, movikdar, movikdarî, movikî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.