nêçîr kelimesinin kurmancî anlamı

nêçîr


1. karê lêgerîn û kuştina giyandarên kovî; seyd, rav 2. ajala ku seydvan li pey dikeve *“bi tajiyê xelqê, nêçîr nabe”
(navdêr, nêr) kurtkirina navê Nêçîrvanî.
ji: nêçîr
(navdêr, mê) rav, seyd, raw, kare, şikar, kuştina yan girtina heywanên kovî (bi taybetî bo xwarina goştê wan yan bikaranîna pûrt û postê wan): çûn nêçîrê nêçîr kirin, heywanên kovî yên ku tên girtin yan kuştin: Xezalek bû nêçîra segvanan. (mecazî) gerrîna li tiştekê/î û zeftkirina yan peydakirina wî: Ferhengvan nêçîra bêje û biwêjan dikin..
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: نێچیرFerhengoka nêçîrê, babîk: xwarina ku nêçîrvan li malê amade dikin û ji xwe re dibin nêçîrê, berdeqanî, berqenîk, bûse, celik, çifte, dargap, damik dav, davik, dav, davik, dek, demance, dom (Zazaki)dav, faqe, feq, fîşek, gulle, heşare, hêlîn, kare, karxezal, kelarsing (Zazaki) berdeqanî, kevirkanî, kemîn, kemîne, kevan, kevirkanî, kew, kozik cihê ku nêçîrvan xwe tê da vedişêre û li benda nêçîrê disekine. labik, meteris kozik, neçarge, nêçîr, nêçîrvan, nêçîrvanî, qews, qewsikqosk, pezkovî, rav nêçîr, rext, se, seyd nêçîr, sîla rext, sûsk, sîte sûte, sûte: davên ku li ber kewan tên vedan, şepilte, şewk, şok, tajî, tapik, tele, telhe, telik, tepk, tepik, tifek, tifeng, tîr, tolaz, torr, tûle, vedan, venan, xedare, xefik, xefk, xepik, xezal, zawda babîk, zadê nêçîrvanan.
Bikaranîn: Lêker: nêçîr kirin. Navdêr: nêçîrkirin Rengdêr: nêçîrkirî.
ji: hevreha soranî نێچیر (nêçîr), kurdiya başûrî nyeçîr, hewramî neçîr, farisî نخچیر (nexçîr), pehlewî nexçîr, jiari. նախճիռկ (naxçirk) ya ermenî ji zimanekê îranî hatiye wergirtin..
: Nêçîr, nêçîrvan, Nêçîrvan, nêçîrvanî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver