têkildarî neteweyekî; miletî
(rengdêr) millî, ne herêmî, ne deverî, tişta/ê ku ya/yê hemû neteweyekê yan welatekî ye û ne tenê yê deverekê yan komekê ye: berjewendiyên neteweyî, seroka/ê neteweyî, edebiyata neteweyî, zanava neteweyî, encûmena neteweyî, artêşa neteweyî, kanalên neteweyî (kanalên ku li her dera welatî tên dîtin), millî, ne navneteweyî, ne enternasyonal, tişta/ê ku taybetî neteweyekê yan welatekî ye lê ne ya netewe yan welatên din e. Herwiha: netewî. Têkildar: gelêrî. Bide ber: alemî, cîhanî, deverî, dinyayî, enternasyonal, global, herêmî, navneteweyî. ji: netewe + -yî. Bikaranîn: Lêker: neteweyî bûn, neteweyî kirin. Navdêr: neteweyîbûn, neteweyîkirin Rengdêr: neteweyîbûyî, neteweyîkirî. jê: navneteweyî, navneteweyîtî, neteweyîtî, nêvneteweyî, nêvneteweyîtî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.