nola kelimesinin kurmancî anlamı

nola


1. mîna/mînî, mînanî 2. weke/wekî
daçek, wek, mîna, şibî, fena, eynî, Peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê, hêzê yan hîkariyê: daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in: Mirov û heywan ne nola hev in. daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî: Ew li gelek welatan gerriyaye, nola Elmanya, Frensa, Swêd û Emerîka, daçekek e bo diyarkirina sedemê: Nola hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm. girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê: Nola dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.), girêdekek e li şûna bi awayê ku: Gelo her tişt nola ku hatiye gotin rast e?, eynî tiştekê/î yan kesekê/î: Ew jî tam nola birayê xwe ye. bitaybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de: Nola kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim. (Di rastiya xwe de ev hevok dikare bi sê awayan bêt têgihiştin: 1 Ji ber ku ez kurd im, ez vê neheqiyê qebûl nakim. 2 Mîna ku çawan kurd neheqiya li kurdan qebûl nakin, ez jî neheqiya li gelê xwe em bibêjin: gelê ereb qebûl nakim.3 Kurd neheqiyê qebûl dikin lê ez na.), di dema tiştekê/î de: Nola zarrok, me pirr dilîst. (Dema em zarrok bûn, me pirr dilîst.).
Herwiha: nolanî, notla, notlanî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver