jûr
1. beşek ji xanî (navdêr, mê) mezel, menzel, xurfe, otax, jor, jûrbeşek ji xaniyekî ku bi dîwaran ji beşên din hatiye veqetandin. Herwiha: oda, hode, hoda. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ئۆده. Cûnên odeyan, odeya karkirinê, odeya nivistinê, odeya raketinê, odeya razanê, odeya rûniştinê, odeya xwarinê. ji: herwiha hode, hevreha zazakî wedi jitirki oda yan ji osmanî اوطه (ode), hevreha azerî otaq, tirkmenistanî otag, oyxurî ئۆي (öy), hemû ji tirkiya kevn otag (kuçk, argûn, sope) ji ot (agir) anku maneya peyvê bi eslê xwe cihê li ber agirî ye. Peyva tirkîkî ketiye zimanên din jî yên îranî û gelek zimanên din jî: farisî اتاق (otaq) , tacikî утоқ (utoq), erebiya devkî (bi taybetî ya Misrê) اوضة (oḍe), albanî odë... Li aliyekî din hin zimanên tirkîkî peyva bölme (parvekirin) bi vê maneyê bi kar tînin û hin zimanên tirkîkî jî peyva xane ya îranî girtiye cihê peyva tirkîkî: bo nimûne ozbekî ҳона (xona: ode). Hevrehên peyva ode di tirkî de: od, otağ, odun, otağ.. jê: duodeyî, çarodeyî, sêodeyî, yekodeyî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.