pêncşem kelimesinin kurmancî anlamı

pêncşem


roja şeşan a hefteyê
(navdêr, mê) ji rojên hefteyê ya piştî çarşemê û berî înê, êvara înê.
Herwiha: pêncşemb, pêncşembî, pênşem, pêncşemb, pênşembî, pêşem, pêşemb, pêşembî.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: پێنجشه‌م.
ji: pênc + -şem, hevreha soranî پێنجشه‌مه (pêncşemme), farisî پنج شنبه (pencşenbê), jiari li ber nimûneya aramî ܚܡܫܒܫܒܐ (xemêşbişebba) ji ܚܡܫܐ (xemsa: pênc) ku hevreha erebî الخميس (el-xemîs) ji خمسة (xemset: pênc) û îbrî יום חמישי (yom xemişî: pêncşem, roja pêncem) ji חמש (xemiş: pênc) ye. Peyva ermenî հինգշաբթի (hingšabtʿi) jî bi heman awayî li ber modela aramî hatiye çêkirin. Perşembe ya tirkî û peyva bi eynî maneyê di zimanên din jî yên tirkîkî de ji îranî hatine wergirtin. Peyva pêncşem di gotinê de wek pênşem tê sivikkirin ji ber ku kurmancî sê yan zêdetir konsonantan li pey hev red dike - carinan jî heta tenê awayê pêşem dimîne anku N jî jê dikeve.Rojên hefteyê, şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver