vatinî, wezîfe
(navdêr, mê) erk, vatinî, delamet, wezîfe, berpirsiyarî, wacib, mîsyon, karê ku divê kesek bike, karê ku kesek bo hatine destnîşankirin: Wan peywira xwe bi cih neanî. (Tiştê ku diviyabû wan bikira wan nekir.), rola anku dewra tiştekî: Peywira vê peyvê di hevokê de çi ye? (Ev peyv di hevokê de çi rolê dilîze?). Herwiha: pêwir. ji wêjeyê: Mele Mistefa û sê hezar çekdarên xwe digel pazdeh hezar layendarên xwe derbasê nav sînorên Îranê dibin. Wê demê li Kurdistana Îranê Komara Mehabadê tê damezrandin. Mela di Komarê de peywir û berpirsiyariya serokgiştî ya leşkerî (General) hildigire.. jê: bêpeywir, bêpeywirî, bipeywir, bipeywirî, peywirdar, peywirdarî, peywirder, peywirderî, peywirdêr, peywirdêrî, peywirî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.