1. zêde 2. zehf 3. dengê ku paqijkirina difinî tê *“ez dengekî pir tehl dibihîzim, gelo tu dizanî ew çi deng e?”
1. rêya di ser avê re (navdêr, mê) r-ya nerm, kuprî, cisir, rêya ku hatiye avakirin daku mirov pê di ser avekê re bibore anku derbas bibe (bi taybetî di ser çemekî yan robarekî re). Herwiha: pire. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: پر. Bi zaravayên kurdî: hewramî: pirdî, kurmancî: pir, soranî: pird, zazakî: pird. Bikaranîn: Lêker: pir kirin, pir bûn, pir xwarin. Navdêr: pirbûn, pirkirin, pirxwarin. ji: hevreha soranî پرد (pird), zazakî pird, hewramî pirdî, farisî پل (pol), pehlewî ????? (puhl), partî purt, avestayî ?????? (pərətu), sanskrîtî पर (para: di ser re borîn), latînî portus (lîman, bender, keştîgeh > gelek zimanên ewropî port), yûnaniya kevn πόρος (póros: buhir, derbaz, derbend), inglîzî ford (meyav, derbazgeha avê), almanî Furt (meyav, derbazgeh), inglîzî firth (derbend), zimanên skandinavî fjord (derbend)... hemû ji Proto-hindûewropî pértus (derbazbûn). Binêre herwiha borîn, borandin. , Çavkanî: Horn p.72, Watkins p.65, MacKenzie P.118, Etymonline Pokorny: 816 - 817
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.