cureyekî ajalên malê ye û piranî ji bo ku mişkan bigire tê xwedîkirin
(navdêr)bi giştî zayendmê ye, ajelek e ku dişibe pilingan lê jê biçûktir e û kedî ye û bi dengê miyaw yan mirr bang dike, (zanistî) kitik û ajelên nêzî wan (wek şêr, piling, panter, leopard, jaguar û hwd). Hevwate: kitik, pisîka malan. Herwiha: pisik, pisîg, pisîng, pişîk. Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: پسیکBi zimanê zarrokan, pişê, pişo. ji: Ji dengê onomatopoetîk yê gazîkirina pisîkan: pişo-pişo/piso-piso!. Bi heman awayî di gelek zimanên din de jî hatiye çêkirin: soranî پشیله/pişîle, belûçî پشی (pişî), farisî پیشی (pîşî), azerî û tirkmenî (tirkmenistanî) pişik, çagatayî پیشیک (pîşîk), romanî pisicã.... jê: pisîkane, pisîkî, pisîknas, pisîknasî, pisîkxane. Navê zanistî: Felis catus. Bi soranî: پشیله (pişîle)Bi Kirmaşanî, pişî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.