1. zanayê pîşeyekî 2. xwendeyê di babeteke zanistî de *“ji xelqê re pispor e, ji xwe re kor e”
(navdêr) şareza, zana, xebîr, alim, ekspert, kesa/ê li ser tiştekê/î pirr dizane, fehma, têgihiştî, zarokê/a ku dest pê kiriye ji tiştan fehm dike, şarezaya/ê xwedîkirina pezan. Herwiha: bispor, bistipor, bistpor, pispêr, pistipor, pistpor. Hevwate: şareza, karzan, xebîr, zana, ekspert. ji: Ji Proto-aryayî wise(h)-pusre- (wisa(h)-puθra-) ku maneya kurrê malê dide. Pusre- di kurmanciya niha de wek pis- e (di peyva pismam de), di farisî de jî wek pûr e.. Bikaranîn: Lêker: pispor bûn, pispor kirin. Navdêr: pisporbûn, pisporkirin Rengdêr: pisporbûyî, pisporkirî. jê: pisporane, pisporî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.