qanûn kelimesinin kurmancî anlamı

qanûn


zagon
1. biryarên parlemanê yan hikûmetê (navdêr, mê) rêgezek yan biryarek yan fermanek giştî ya dewletê (bi taybetî ya ji alî perlemanekê ve hatiye dan), hemî biryarên giştî yên dewletê yên ku divê ti kes li dijî biryaran dernekeve.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: قانوون.
Hevwate: yasa, zagon.
Bide ber: biryar, dad, edalet, ferman, heq, maf.
Bikaranîn: Lêker: bi qanûnê kirin, dijî qanûnê kirin, qanûn danîn, qanûn îmza kirin, qanûn pesind kirin, qanûn rakirin. Navdêr: qanûndanîn, qanûndan Rengdêr: qanûnbûyî.
ji: Kurdan qanûn ji erebî Kurdî-Erebî: قانوون (qanûn) wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yunanî κανών (kanón) deyn kiriye. Yûnanan ew ji peyva κάννα (kanna: rûl, çîx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva κάννα îcar ji akadî ? (qanû) deyn kiriye. Jixwe akadî jî ew ji sûmerî ?? (gi.na) deyn kiriye... û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe.Herçi yasa ye, ew bi rêya tirkî yasa ji mongolî yasag e. Heman peyv serekaniya yasak (qedexe, mennû) ya tirkî ye (> kurdî yasax). Lê herwiha dayika peyva kurdî asa (norm, rêbaz, rêgez) e > asayî (normal) > asayîş (ewlehî, emniyet). Hin nimûneyên din jî yên kurdî ku ji tirkî hatine deynkirin û tê de herfa y ji destpêkê ketiye ev in: ol (ji yolrê), aprax/îprex (ji tirkî yaprak belg, belçim), erpîze (ji yelpaze), û hêwaş (di soranî de bi maneya hêdî, hêdîka ji yavaş ya tirkî). Hin ji van peyvan ne ji tirkiya niha ya standard lê belkî ji ziman û devokên din yên tirkîkî hatibin deynkirin.Zagon ji закон (zakon) ya rusî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî. Herçi peyva distûr e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya qanûna bingehîn (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji farisî yan kurdî deyn kiriye.Lê di kurdî de destûr bi giştî bi maneya izin, ruxset, îcazet, rêdan tê bikaranîn.Peyva qanûn bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin..
: bêqanûn, bêqanûnî, biqanûn, biqanûnî, dijqanûn, dijqanûnî, qanûndaner, qanûndanerî, qanûndar, qanûndarî, qanûnder, qanûnderî, qanûngêrr, qanûngêrrî, qanûnî, qanûnîtî, qanûnnas, qanûnnasî, qanûnvan, qanûnvanî, qanûnzan, qanûnzanî.
ji wêjeyê: Guh din bi qanûnê edeb Ser ah û kovan û keser w:Şêx Evdirehmanê Axtepî


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver