qesel kelimesinin kurmancî anlamı

qesel


bistê giyayê çinandî yê ku li erdê maye; qirşik
(navdêr, mê) giyayek kulîlkdar e.
ji wêjeyê: Qesel Mehmûd giyayek bejna wê 10 – 40 cm bilind dibe. Mehên hezîran û tîrmehê kulîlkan vedike. Pelên wê û fêkiya wê biçûk in, dirûvê pela berûyê lêdixe. Lê pir hûrike. Ji ber ku pela wê wek pela berûyê ye, li hinek cîyan jêre dibêjin berûya erdê. Navê wê yê navnetewî Teucrium Chamaedrys e. Tirk jê re dibêjin kısa Mahmut an jî dalak otu. Ji kevnar ve jibo derman ji aliyê hekîmên luqman ve dihat xebitandin. Niha ji aliyê tibê derman jê tên çêkirin. Li Kurdistanê wek giyayek çolî xwe bi xwe çêdibe. Kulîlkên wê peyazî (penbe) û peyazîyê vekirî û spî ne. Bêhnek xweş ji kulîlkên wê tê. Lewre Ewropî jibo xweşîkahî, park û baxçên xwe pê dixemilînin.. Navê zanistî: Teucrium (Chamaedrys)


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver