qirêj kelimesinin kurmancî anlamı

qirêj


1. qilêr, nepajij 2. lewitî
(rengdêr) (navdêr, mê) pîs, qilêr, gemar, genî, ne paqij, nepak, ne pak, ne bijûn, ne temîz, ne xawên, qirêjî, pîsî, gemarî, genîtî, ne paqijî, rewşa tiştên pîs.
Herwiha: qirrêj.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: قڕێژ.
Dijwate: paqij, bijûn, temîz , xawên.
Bikaranîn: Lêker: qirêj bûn, qirêj kirin, qirêj girtin. Navdêr: qirêjgirtin. Agadarî: Di hin devokan de qirêj wek navdêr û qirêjî wek rengdêr tê bikaranînê: Mirovê qirêjî di bin qirêjê ve maye. Lê di hinan de jî qirêj rengdêr û qirêjî jî navdêr e: Mirovê qirêj di bin qirêjiyê de maye..
Bide ber: gemarî, genî, helal, heram, leke, lewitî, şêlî, tewizî, zelal.
ji: hevreha soranî کڕێش (kirrêş), kurdiya başûrî qirêşt, ihtimalen bi metatezê ji erebî قذر (qeðir) e. ð anku zal yanî z-ya fis ya erebî adeten di kurdî de dibe z û z jî berê di kurdî de dibû j (bide ber farisî zen, zehr lê kurdî jin, jehr). Dikare bê texmînkirin ku hevreha kirêt ya ji ermenî կեղտ (kêłt) yan jî kirh ji tirkî kir (pîsî) be (heman peyv di zimanên din jî yên tirkîkî de heye - azerî, ozbekî, tirkmenistanî - loma ya kurdî dê ji tirkî be, ne berevajî). Lê bi ihtimalekan mezin qirêj ne hevreha kirh yan kirêtê ye, bi taybetî ji ber ku -êj şirovenekirî dimîne. Herwiha qirêj - berevajî texmîna etîmolojiya gelêrî - ne têkilî peyva qereç/qereçî ye jî ku ji urdûyî کراچی (Keraçî) ye ku bajarrekî mezin e li başûrê Pakistanê)..
: qirêjî, qirêjîtî, qirêjtî


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver