1. kun 2. derz 3. qelş 4. cerx 5. tîş *“qul fireh bibe, pîne nagire”
(navdêr, mê) kun, qulik, kunik, kurî, kevîn, kunc, qunc, qulêr, quncik, (argo) qûn, kole, benî, bende. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: قول. Bide ber: qûl. Bikaranîn: Lêker: qul bûn, qul kirin, qul girtin. Navdêr: qulbûn, qulkirin, qulgirtin Rengdêr: qulbûyî, qulkirî. ji: Bi esehî nayê zanîn. Texmînen hevreha peyva xulole ye û bi kurtkirina bi haplolojiyê jiarami ܚܠܠܐ (xilala: xulole, kun, çal) ye ku hevreha îbrî חלל (xalal: xulole, kun, qul, çal, navber...), erebî خلال (xilal: navber, navbirr, navbeyn). Lê herwiha bide ber soranî قووڵ (qûł: kûr) ku dikare hevreha kûr ya kurmancî be lê qûl belkî bi xwe jî hevreha qul, xulole be û wisa ji zimanek samî hatibe.. jê: qulandin, qulandî, qulêr, qulik, qulî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.