rast kelimesinin kurmancî anlamı

rast


1. neçewt 2. durist 3. heqîqet 4. meydan 5. pêşber *“mirin tê rastê, çavê tevan li revê”
(rengdêr) dirist, bêxeletî, bêşaşî, bêkêmasî, ne derew, ne virr, ne xwahr, ne xwehr, rexê dijberî rexê çepê: Ev tîr ber bi rexê rastê ve ye: →, yekser, rasterê, dîrek, dîrekt, destrast, kesa/ê ji destê çepê baştir bi destê rastê dikare bixebite, rastgir, parêzyar, birjiwa, dijî sosyalîstan, dijî komunîstan.
Dijwate: çewt, şaş, xelet, derew, virr, xwar, çep, çepgirNêzîk, rest, restî.
Bikaranîn: Lêker: rast bûn, rast kirin, rast çûn. Navdêr: rastbûn, rastkirin, rastçûn Rengdêr: rastbûyî, rastkirî.
ji: Proto-hindûewropî reg-to (rastkirî) < (o)reg(a)- (rast kirin; rast meşîn; rêberî kirin, birêveberî kirin) Proto-aryayî rez- (rast meşîn; rêberî kirin, birêveberî kirin) Avestayî: raz- (xet kêşan), raste- (rast) Farisiya Kevin: raste- (rast) Pûnjabî: raşt (rast) , sogdî: rşth- (rast) Farisî: rast (rast) Belûçî: rāst (rast) Osetî: rast (rast) ...Kurmancî: rast (rast) Kurdî (Soranî): rast (rast) Zazakî: raşt (rast) Sanskrîtî: rāddha- (rast), rac- (qral) Latînî: rectus (bixwîne: rêktus, rast), rex (bixwîne: rêks, qral) , Alm.: recht (bixwîne: rêxt, rast), Reich (dewlet) Înglîzî: right (bixwîne: rayt, rast) ... Çavkanî: Cheung p.196, Horn p.134, Watkins p.70, Etymonline.
: rastandin, rastandî, rastbêj, rastbêjî, rastgo, rastgotî, rastgoyî, rastî, rastîn, rastînî


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver