reh kelimesinin kurmancî anlamı

reh


1. kok 2. rêşî 3. rêç
1. parçeyên jêrîn yên riwekan (navdêr, mê) kok, rîş, ripî, riç, cille, parçeyên jêrîn yên riwekan (bi taybetî yên di bin axê ve), rih, demar, temar, pişkên dirêj yên leşî yên ku xwîn tê re dimeşe, binyat, bingeh, serekanî, esil, esas: Ew ji koka xwe ve kurd in lê asîmîle bûne û êdî zimanê kurdî nizanin..
Bikaranîn: Lêker: ji reh kirin: ji koka wê/wî birrîn yan piçandin Navdêr: jirehkirin Rengdêr: jirehkirî.
ji: Ji Proto-hindûewropî wréh₂ds (reh), hevreha soranî ڕه‌گ/reg, farisî ریشه (rîşe), yûnaniya kevn ῥίζα (rihîza), latînî radix, fransî racine, inglîzî root û wort, swêdî rot û ört, albanî rrënjë. Ji heman rehî: rih/rî, rêv..
: bêreh, bêrehî, bêrehîtî, bêrehtî, bireh, birehî, birehîtî, birehtî, rehandin, rehandî, rehdar, rehdarî, rehdarîtî, rehdartî, rehder, rehderî, rehderîtî, rehdertî, rehdêr, rehdêrî, rehdêrîtî, rehdêrtî, rehik, rehiyayî, rehî, rehîn, rehîner, rehk, rewik.
Bi zaravayên kurdî: hewramî: kurmancî: reh soranî: reg, rêşe zazakî:


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver