reş kelimesinin kurmancî anlamı

reş


rengê qîr û qetranê *“bextê reş, tim ê xwedî ye”
(rengdêr) (navdêr, nêr) tarîtirîn reng, rengê ji hemiyan tarîtir, wek rengê rejiyê, tarî, ji ronahiyê bêpar, temirandî: Ka wê çirayê reş bike. çermreş, mirovên çermreş yên mîna efrîqiyan, bêyom, pirr xirab, nebaş:Kîmyabarana Helepçeyê di dîroka Gelê Kurd de rojek reş e..
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ڕه‌ش.
Hevwate: siyah (tenê edebî) qere- (tenê wek pêşgir)Wêne
rengê reş:   
.
Bikaranîn: Lêker: reş bûn, reş kirin. Navdêr: reşbûn, reşkirin Rengdêr: reşbûyî, reşkirî.
ji: hevreha soranî ڕه‌ش (reş) e lê ji wê pê ve êdî etîmolojiya wê nediyar e: di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyva îranî siya(h) li kar e ku di kurmancî û soranî de ji bilî edebiyata klasîk nayê bikaranîn. Texmînen têkilî peyva rejî ye lê etîmolojiya wê jî nayê zanîn. Ihtimalen jiarami ܪܫܥܐ (reşaa: xirab, bed - ji ber ku sembola xirabiyê rengê reş e) e ku hevreh û hevwateya wê wek רשע (reşa) di îbrî de jî peyda dibe. Dikare herwiha ji peyva bi maneya ser ya zimanek samî hatibe ji ber ku ser anku pirç/porr li Kurdistanê bi piranî reş in. Bo nimûne jiarami ܪܝܫܐ (rêşa: ser), hevreha îbrî ראש (roş), erebî راس (reis)... ji proto-samî raš-. Bo çêkirina navê rengan ji tiştan bide ber qehweyî, pirteqalî, pembeyî, pîvazî, narincî, torincî... Ji aliyê dengnasî ve girêdana bi hevwateya xwe ya sanskrîtî कृष्ण (kṛṣṇá: reş) ve zehmet e..
: reşokî, reşole, reşnivîs, reşmeh, reşname, reşpatî, ripîreş.
Bide ber: reştarî, reşûşîn kirin, reşûşîn, reşpoş.
Bi zaravayên kurdî: kurmancî: reş (giştî), siya(h) (edebî), qere- (hin pêşgir), soranî: reş (giştî), siya (edebî), qere- (hin pêşgir), başûrî: siya, siyaw, hewramî: siyaw, zazakî: siya


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver