kesê ku giramiyê digire
(rengdêr) qîmetgir, qedirgir, rûmetgir, biîhtiram, kesa/ê ku rêzê li kesekî yan tiştekî digire. Têkildar: birêz rêzdar. ji wêjeyê: Mesela cum’eyên sivîl û tendensa nuh a berpêçûna nirxên dînî ya BDP-ê gelek hêrsa Erdogan anî ku wî bi dezînformasyonên ”azana kurdî”, ”zerduştî” û ”pêxemberiya Öcalan” xwest kampanya kurdan zeîf bixe. Lê esas reweşa nuh divê pirtir kêfa Erdogan bîne, wî teşwîq bike ku BDP/PKK ji rengê kemalîzma ateîst ber bi sekuleriya demokratîk a rêzgira nirxên dînî ve biçe.. ji: rêz (qedir, qîmet, ihtiram) + -gir (< girtin). jê: rêzgirane rêzgirî rêzgirîtî rêzgirtî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.