tûşa ku tav tê de diçe ava; xerb
Aliyên erdnîgarî(navdêr, mê) (rojava): alê roj lê ava dibe, aliyê roj lê diçe xwarê, (Rojava): aliyê Zemînê yê roj ava dibe, (Rojava): Ewropa (û Emerîka), parzemînên li rojavaya Zemînê, (Rojava): çandeya Ewropayê (û Emerîkayê). Hevwate: xerb, xurava, mixurbe. Dijwate: rojhilat, şerq, xurhilat. Herwiha: rohava. Bide ber: bakur, başûr Zayend: Rojava peyveka mê ye ji ber ku ji peyva roj ya mê hatiye çêkirin. lê di hin nivîsan de nêr tê bikaranîn. Du sebebên nêrkirina peyvên rojava/rojhilat yên mê hene: 1) tesîra soranî: ji ber ku di soranî de izafeya bêcins -î wek paşpirtika kurmancî ya nêr e, gelek kes texmîn dikin ku bi kurmancî nêr e. 2) analojî: ji ber ku bakur /başûr nêr in (çunkî ji peyva ba ya nêr hatine çêkirin), tesîra wan li ser nêrkirina rojhilat/rojava yên mê heye.. ji: roj + ava. Bikaranîn: Lêker: rojava bûn, rojava kirin. Navdêr: rojavabûn, rojavakirin Rengdêr: rojavabûyî, rojavakirî. jê: rojavayî, rojavanas, rojavanasî, rojavaperist, rojavaperistîBi zaravayên din, Kurdî (Soranî): rojawa, xurawa, Kurdiya başûr: xwerawa
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.