ji berbangê hetanî êvarê dûrketina ji xwarin, vexwarin û têkiliya zayendî; mang
(navdêr, mê) nexwarin û venexwarina ti tiştî ji rojhilatinê ta rojavabûnê (bi taybetî di îslamê de li meha remezanê), greva birçîbûnê, nexwarina ti tiştî(rengdêr) tavî, hetavî, li gor rojê, li pey rojê, li dûv rojê, wek rojê: salnameya rojî. Herwiha: roji, rojû. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ڕۆژی. Bikaranîn: Lêker: rojî girtin, rojî xwarin. Navdêr: birojîbûn, rojîgirtin, rojîxwarin Rengdêr: rojîgirtî. ji: jiari, têkilî roj, hevreha soranî ڕۆژوو/rojû, zazakî roce, farisî روزه (rûzê), sogdî roçeg. Oruç ya tirkî ji zimanekî îranî ye û o li destpêkê zêde bûye, wek çawa ku di tirkî de İ li destpêka peyva Stenbol jî hatiye zêde kirin.. jê: bêrojî, bêrojîtî, birojî, birojîtî, rojîgir, rojîgirî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.