bûjena kefdar a ku pê tişt tên şûştin
(navdêr, mê) maddeyek kefdar e têkilî nav avê têt kirin û tişt pê tên şûştin (bi gelemperî dirûvê wê qalibek req e lê bi avê têt helandin). Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: سابوون/صابوون. Herwiha: sabîn, sabwîn, sawîn, sawun, sawûn. Bide ber: şampo, tayêt. ji: Bi rêya erebî صابون (sabûn) ji latînî sapo ji zimanekî keltî yan ji zimanekî cermenî ji Proto-hindûewropî seib-, sib- (riştin, rijandin). Heman peyv serekaniya hevwateyên sabûnê yên bi zimanên din e jî (binere beşa wergerran li jêr).. Bikaranîn: Lêker: sabûn kirin. Navdêr: sabûnkirin. jê: bêsabûn, bêsabûnî, bêsabûnîtî, bêsabûntî, bisabûn, sabûn dan, sabûndan, sabûndar, sabûndarî, sabûndarîtî, sabûndartî, sabûndayî, sabûnder, sabûnderî, sabûnfiroş, sabûnfiroşgeh, sabûnfiroşî, sabûnî, sabûnker, sabûn kirin, sabûnkirin, sabûnkirî, sabûnsaz, sabûnsazgeh, sabûnsazî, sabûnsazxane, sabûnvan, sabûnvanî, sabûnvanîtî, sabûnvantî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.