şaheser kelimesinin kurmancî anlamı

şaheser


pir bedew
(navdêr, mê) şakar, berhema hêja, sertac karê herî giring yê ku kesekî kiriye, berhemê serekî yê ku kesekî afirandiye: Mem û Zîn şahesera Ehmedê Xanî ye lê wî hin pirtûkên din jî nivîsîne..
Herwiha: şeheser, şaeser.
ji wêjeyê: Nedîmê rehmetî toreka berfireh ya kontaktan ji xwe re ava kiribû û xwe gihandibû kesên payebilind û desthilatdar di civaka Swêdê de. Ew bi xwe mirovekê pirhêvî bû û dixwast gelek karan bike. Xewneka wî ew bû ko kitêbxaneyeka kurdî dabimeziranda. Wî ew xewna xwe bi renc û têkiliyên xwe kir rastî û ev deh sal di ser vebûna wê de derbas bûn. Gelek xewnên wî yên wek Kitêbxaneya kurdî ya dijîtlal, Muzîkxaneya kurdî, Kitêbxaneya kurdî ya li Diyarbekirê, kovarên kurdî yên temadar û dehên din yên mîna wan hebûn. Şiyana wî ya xeyalkirinê pir xurt bû. Wî gelek tişt digotin û gelek tişt dikirin. Lê, şakarê wî yê biqîmet û pirgiring Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê ye.(Newzad Hirorî di hevpeyivînekê de li gel Enwer Karahan, Nefel.com, 12/2007).
ji: şah- + eser


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver