sera kelimesinin kurmancî anlamı

sera


avahiyên bi debdebe yên ku mîr û serok tê de dijîn
(navdêr, mê) koşk, dîwan, eywan, qesr, palas, koçk, seray avahiyên mezin û şikodar (wek yên paşayan).
ji wêjeyê: Ez şah im delala minXalîs bê qisûra minDunya ber destûra minCa were huzûra minŞênke kuşk û sera minWalgerîne textê minTu xwe bibe bextê minDayne meclîs suhbetêBi evîn û muhbetêEz ê nakim tu fermanXêncî hûba dû û dermanEz ê hildim tiliya teBigirim takî guliya teKuzkê dilê xwe dakimGazî şems û xweda kimSer reqimê binivîsimDewsa morê ramûsimÛ ji sahê muhbetêBişînim ser cimaetê.
Herwiha: sara , saray, seray.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: سه‌را.
ji: hevreha soranî سه‌رای (seray) û سه‌را (sera), farisî سرای (seray) û سرا ((sera), pehlewî sirad/sirah/siray, avestayî sraδe-, hexamenişî sraδe-, jiari. Saray ya tirkî û azaerî, saroy ya ozbekî, сарай (saray) ya kirgîzî û qazaxî, սրահ (sirah) ya ermeniya kevn, սրա (sira) ya ermeniya nû ji zimanên îranî hatine wergirtin. Peyva seray di zimanên ewropî de jî cih girtiye, bi taybetî di peyva karwanseray de, bi inglîzî caravanserai, fransî caravansérail, almanî Karawanserei, spanî caravasar/caravansaray, portugalî caravançarai/caravançará/caravancerá, rûsî каравансарай (karavansaray), îtalî caravanserraglio....
: karwanseray, serayî


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver