sersarî kelimesinin kurmancî anlamı

sersarî


kêmbihîstyarî
(navdêr, mê) piştguhkirin, pûtepênekirin, giringînedanê, bayexpênedan, bênirxhêlan, xemsarî, terkexemî, îgnor, ihmal.
Herwiha: sersarîtî, sersartî.
ji wêjeyê: Dewlet siyasetek 40-50 salî datînin ber xwe, bi plan û projeyên dûdirêj dixebitin, siyaseta xwe berfireh dimeşînin. Lê em Kurd heta bi îro jî rojane fikirî ne, me rojane siyaset kiriye û em bi plan û projeyên dewletê derneketine ser rê. Halbûkî ger rewşenbîr, zanyar û siyasetmedarên Kurd bi aqlê selîm têketana nav partîyên dewletê û di wan partîyan de „hêlînek ji bo pêşeroja Kurdan“ çêkirana, belkî di van 30 salên dawî de rewş cudatir bibûya û hetta heta bi ciyekî rêveberîya wan partîyan jî têketa destê Kurdan. Lê mixabin me nekir. Me „ji hindur de fetihkirina kelehê“ neanî bîra xwe. Me bîr biribe jî me li xwe dananî û sersarî kir û hîna jî dikin..
ji: sersar + -î.
Bikaranîn: Lêker: sersarî kirin. Navdêr: sersarîkirin


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver