spas kelimesinin kurmancî anlamı

spas


teşekur
hoker(navdêr, mê) memnûn, teşekur, şikir, mala te ava, Xwedê ji te razî beé, Xwedê xêra te binivîseé, Xwedê te bihêle, sihetxweş, destxweş, peyvek şirîn kesek ji ber qenciya kesek din dibêje, her bijî, sax bî, malava.
Herwiha: sipas, supas.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: سپاس.
Bikaranîn: Lêker: spas kirin, spas dan. Navdêr: spaskirin, spasdan Rengdêr: spaskirî.
ji: hevreha pehlewî spas (xizmet), sogdî spasak (xulam), avestayî ????????? (spesyêyti: çavdêrî kirin), sanskrîtî पश्यति (páśyati: temaşe kirin), hemû ji Proto-hindûewropî speḱ- (nerîn, temaşe kirin) ku herwiha serekaniya σκέπτομαι (spektomay: lê nerîn) ya yûnaniya kevn û specio (lê nerîn, temaşe kirin) ya latînî ye. սպաս (spas: xizmet) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin. Anku wateya destpêkê ya peyvê ji lênerînê bûye xizmet û taliyê jî bûye minetdariya ji ber xizmetê. Bo veguherîna maneyekê ji lênerînê bo xizmetkirinê peyvên inglîzî wait (li bendê man) û waiter (xwaringêrr, garson) bide ber hev. Jixwe di kurdî de jî peyvên ezxulam û ezbenî bi mebesta minetdariyê tên bikaranîn..
ji wêjeyê: Dibêjin serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê Şivan Perwer û Gulistan Perwerê li hev bîne! Ma ev ne ecêb e, looo. Lê ez dibêjim çi karên serokê herêmê nemane loma ji xwe re li van karan digere. Seroko, ev ne karê te ye, ezbenî! Rast e tu kesekî camêrî lê pêtivîye û dikarî karên camêranetir bikî.Ka carê tu arîşeyên hemwelatîyên herêma Kurdistanê çareser bike piştre bi dû van karan bikeve. Li dawîyê her dibêjin sipas û Xwedê xêra te binivîseé... Ev jî karekî baş e lê baştir jî hene, hez dikin tu ji bîra nekî....
: spasdar, spasdarî, spasî, spasker, spasxweş


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver