spî kelimesinin kurmancî anlamı

spî


[I] rengê berfê [II] cureyekî heşeratên ku wekî kêçan dikevin nava por û cilan
(rengdêr) (navdêr, nêr) sîs, kever, çûrr, sade, rengê berfê, rengê mîna yê berfa paqij yan şîrê paqij, bêreng, tiştên ti reng nînin yan sade ne, çermspî, rengvebûyî, mirovên rengzer yan rengvebûyî mîna ewropiyan, ne yên rengreş mîna efrîqiyan, porrê pîran, porrê yan pirça mirovên pîr dema ku rengê xwe avêtiye, bê tîvil yan qelp: sêv spî kirin (tîvil ji sêvê vekirin/birrîn/renîn), heywanokek biçûk ya parazîte ku ji bêmerêziyê peyda dibe û di nav porr û mûyê mirovan û pûrtê heywanan de xwe vedişîre û xwîna wan dimêje.
Herwiha: sipî.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: سپی, kurdî-krîlî: спи.
Bide ber: spihBiner.
Herwiha: kesk, reş, sor, şîn, zer.
Bikaranîn: Lêker: spî bûn, spî kirin. Navdêr: spîbûn, spîkirin Rengdêr: spîbûyî, spîkirî.
: rûspî, rûspîtî, spîtî.
ji: Hevreha spêt ya pehlewî, speête ya avestayî, سفید (sefîd/sifîd)/سپید (sepîd/sipîd) ya farisî, श्वेत (svête) ya sanskrîtî, свет (svêt ronahî) ya rusî, šviẽsti (biriqîn, teyisîn) ya lîtwanî, hevreha hwītaz ya proto-cermenî ku serekaniya white (bixwîne: wayt spî) ya inglîzî, weiß (bixwîne: vays spî) ya elmanî, vit (spî) ya swêdî... ji Proto-hindûewropî kwintos (spî) ji ḱweyt- (biriqîn) (kw- ya Proto-hindûewropî di zimanên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê jî sp). Herwiha hevreha spêde ya kurdî ye.Proto-hindûewropî: kweit-o- (spî) (di zimanên îranî de kw- ya Proto-hindûewropî dibe sp-) Proto-aryayî Avestayî: speête- (spî) Middle Persian: spêt- (spî) Farisî: sipêd- (spî) Belûçî: ispêt- (spî) Kurmancî: spî (spî) Kurdî (Soranî): spî (spî) Zazakî: spî (spî) Sanskrîtî: śvēt (spî) Almanî: weiß (spî) Înglîzî: white (spî) Çavkanî: Horn p.157, Etymonline Pokorny: 628 - 629Bi Kirmaşanî, çermî


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver